ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, têkildarî balafira rêwiyan a Ûkraynayê ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû xistin, diyar kirin kun xistina balafira rêwiyan sûcê mirovahiyê ye.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, têkildarî balafira rêwiyan a Ûkraynayê ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû xistin , daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Hevserokan têkildarî xistina balafira rêwiyan bi kurtasî ev tişt gotin: "Careke din hat dîtin ku şer bobelat e û berpirsê wê kesên ku di şer israr dikinin. Xistina balafireke rêwiyan a bi moşekan, meşrû nabe û bi tu lêborînê nayê derbaskirin. Ev êrîş, hiqûqa şer bin pê kiriye û sûcê mirovahiyê ye."