MÊRDÎN - Suryaniyan bertek nîşanî girtina Keşîşê Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Belîcan dan û gotin: “Pêşeroja Suryaniyan dibin talûkê deye.”
Li çotera navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di serdegirtinên malan ê di 9’ê Çile de, Keşîşê Dêra Mor Yakûp Serfer (Aho) Belîcan û welatiyên suryanî jî din av de bi giştî 10 kes hahtibûn binçavkirin.
Duh Keşîş Belîcan bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” hat girtin û hîna jî 6 kes dibin çavan de tên girtin.
ÎFADEYA ŞAHID: ME NAN Û AV DIKIRÎ
Derket holê ku Keşîş Belîcan ji ber girtekekê îfadeya HPG’iyekê ku di sala 2018’an hatiye girtin û “qanûna poşmantiyê” qebûl kiriye, hatiye girtin.
Di îfadeya kesê poşman bûyî de ji bo Belîcan wiha tê gortin: “Dema em diçûn derê me nan û av jê digirt.” Dîsa di girtekeke sala 2018’an hatî girtin de jî, hatiye îdîaya kirin ku “7 HPG’î ketine Dêra Mor Yakûpê.”
TURKER: HINCETA BINÇAVKIRINÊ DÛRÎ AQILE
Suryaniyan bertek nîşanî girtina Keşîş Belîcan dan. Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan Evgîl Turker, diyar kir ku di salên 1990’î de Suryanî neçar man ku gundên xwe terk bikin û wiha axivî: “Piştî bi salan ev suryanî vegeriyan gundên xwe. Belîcan jî yek ji van suryaniyan bû. Keşîşê Dêra Mor Yakûp a qûntarê Çiyayê Bagokê bû. Dêra ku bibû kavil, restore kir û di sala 2013’an de derê ji bo ayînê hat vekirin. Hinceta girtina wî dûrî aqile. Divê ku dewlet rewşa Keşîş Belîcan li ber çavan bigire. Keşîşên ku xwe fedayî Xweda kirine, kî biçe gel wan û alîkariyê ji wan bixwaze, neçarin ku alîkariyê bibin wan. Ew tu ferqê naxwin navbera ol, ziman, nijat û bîrdoziyan. Di sala 2019’an de bi hezaran turîst hatin Derê Mor Yakûpê. Bandora keşîş Aho ji bo vê pir zêde bû. Bi girtina keşîş re niha wê deriyê vê derê bê girtin. Wê dîsan terkî qedera wê ya berê bikin. Bi salan ev dêr girtî bû. Bibû kavil. Keşîş Aho ji bo ku bala mirovan bikişîne ser dêrê pir tişt kirin. Ji ber vê girtina keşîş nayê qebûl kirin.”
AKTAŞ: PÊŞEROJA BAWERIYÊN CUDA DI TALÛKÊ DEYE
Serokê Yekitiya Suryaniyên Mêrdînê û Koordînatorê Mêrdînê yê Tora Venêrîna Denge Yûhanna Aktaş jî, bi salane suryanî li derveyî welat neçarî koçberiyê tên kirin û wiha got: “Di dîroka komarê de, ev yek nehatiye dîtin. Yekemîn care ku keşîşekê Suryaniyan tê girtin. Êdî cihê gotinê nemaye. Welatê Suryaniyan Turabdînê Mezopotamya ye. Bi van girtin û binçavkirinan dixwazin ku pêşiya vegera li vê derê bigirin. Bi vê girtinê, dixwazin Suryaniyên li herêmê dijîn çavtirsandî bikin. Ev yek nayê qebûl kirin. Emê li welat û ji derveyî welat çalakiyên cur be cur li dar bixin. Rêxistinên me yên sivîl wê bertek tund nêzî vê yekê bidin.”
VERGİLİ: SÜRYANİLER İÇİN KIRILMA OLACAK
Süryani Gazeteci-Aktivist David Vergili, Süryani manastırlarının kapısının herkese açık ve her yıl binlerce yerli ve yabancı turisti ağırladığını belirterek, “Gizlilik kararı ve hatta gözaltı bile gerektirmeyen bir durumda, çok ender bir durumla Rahip Aho’nun tutuklaması Süryaniler için kuşkusuz bir kırılma oluşturacaktır” dedi.
‘EV JI BO SURYANIYAN PEYAMEKE’
Vergîlî, da zanîn ku gelê suryanî li bendeye ku keşîş Belîcan bê berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtina keşîş Aho ji bo hemû suryaniyan peyameke. Lê ev peyam berî her tiştî wê li karneya demokrasî, azadî û hiqûqa dewletê bê nivîsandin. Ev biryar, biryareke dij hiqûqiye. Emê şopdarê girtina keşîş Aho bin.”
MA / Ahmet Kanbal