AMED - Hevjîna Mervan Dundar ku ji Girtîgeha Colemêrgê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat kirin Meryem Dundar, diyar kir ku hevjînê wê ji bo ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 6-7 gardiyanan ew derp kirine û ev tişt got: “Ez bi fikarim ku tiştek bi serê hevjînê min de bê.”
Mervan Dundar, di 6 Çileyê de ji Girtîgeha Colemêrgê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat kirin. Hevjîna Dundar Meryem Dundar, da zanîn ku di 9’ê Çileyê de dema ku çûye hevdîtina hevjînê xwe dîtiye ku laşê wî û rûyê wî reş û şîn bûye û wiha got: “Dema hevjînê min dibin Girtîgeha Wanê lêgerîna tazî lê ferz dikin. Ji ber ku qebûl nake 6-7 gardiyan bi awayekî tund lê dixin. Wî ne dibin rêvîrê ne jî dibin nexweşxaneyê. 2 rojan di odeya yek kesî de didine sekinandin."
‘NEÇÛBAM HEVDÎTINÊ PÊ NEDIHESIYAM’
Dundar, diyar ku di bin kontrola heft gardiyanan de bi hevjînê xwe re hevdîtin kiriye û ev tişt anî ziman: “Heke ez neçûma hevedîtinê pê nedihesiyam ku hevjînê min derb kirine. Ji bo ku ez xemgîn nebim rewşa xwe ji min re nedigot. Dema hevdîtinê dixwest rûyê xwe ji min biveşêre. Dema min dît ku rûyê wî şîn bûye min bertek nîşanî gardiyanan da. Min xwest li pişta hevjînê xwe jî binerim lê nîşanî min neda.” Dundar, dest nîşan kir ku gardiyanekê jê re gotiye ku hevjinê wê di odeyake ku 14 kes lê dimînin dimîne û lê erdê radizê."
‘EZ MECBÛR IM HER HEFTEYÊ BIÇIM HEVDÎTINA HEVSERÊ XWE’
Dundar, destnîşan kir ku ji bo rewşa hewjînê wê parêzerê wan ji Baroya Wanê re daxwazname şandine û ev tişt got: “Ez jî dê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Baroya Amedê bidim. Bawer dikim ku dê lêkolînek were destpêkirin. Qet ne rehetim ji ber rewşa hevjînê xwe. Telefon her tim di destê min de ye, bi fikarim ku tiştekê bînin serê wî û agahî bidin min. Jixwe beriya demekê jî hatibû revandin. Ez jî her tim têm şopandin. Di vê pêvajoyê de ez mecbûr im ku her hefte biçim hevdîtina hevjînê xwe.”
Ayşe Surme - Fahrettîn Kiliç / MA