MÊRDÎN – Rêyên Qoserê bûne kunên xiltan. Piştî şilî dest pê kiriye, navenda bajêr bûye gola heriyê û ji ber vê welatî zehmetiyê dikişînin. Qoseriyan bertek nîşan dan.
Lê Qoser a Mêrdînê, saloqat rê tên çêkirin û xerakirin. Ji ber vê welatî zehmetiyê dikişînin. Qeyûmê di sala 2016'an de hat tayînkirin 3 meh beriya hilbijartina 31'ê Adarê dest bi çêkirina rêyan kiribû, lê belê gava hilbijartin nêz bûbû çêkirina rêyan dabû sekinandin. Piştî di hlbijartina 31'ê Adarê de HDP bi ser ket, xebatên ji bo rêyan dîsa dest pê kiribûn. Lê belê piştî wextekê walîtiyê bi hinceta "ewlehiyê" xebat dabûn sekinandin. Lê gava dîsa qeyûm hat tayînkirin xebatên ji bo çêkirina rêyan dîsa destpêkirin. Her wiha ji ber ku xetên gaza xwezayî û ceryanê jî dixin bin erdê, hema bêje li bajêr rê hemû bûne wekî kunên xiltan. Ji ber koncalên di nav rêya de wesayît zirarê dibînin û her wiha piştî şilî dest pê kiriye her der bûye gola heriyê.
‘MA EV HALÊ INSANA YE'
Alaattîn Bûlût (38), bal kişand ser halê kuçeyên navçeyê û got: "30 sal berê jî halê navçeyê ne wiha xirab bû. Ma ev halê insana ye. Wexta baran tê em nikarin bimeşin. Mirov dev û delingên xwe hil didin û dimeşin. Berê zivistanê me solê lastîkî dixistinê, lê niha gîzme jî qîm nakin".
'ŞAREDARÎ TELEFONÊ ME JÎ VENAKE'
Ramazan Albayrak, anî ziman ku ji ber xetên ceryan û gaza xwezayî dixin bin erdê kuçe û kolan tim tên kolandin û got: "Ên kuçên me xera dikin, koncalên çê dikin jî nagirin. Diviya van koncalan bigirin. Lê 3 meh in negirtine. Ê ser vana kî ye? Em li şaredariyê digerin lê kes telefona me venake. Bi mehane em di vî halî de ne. Ji ber vê qenalîzasyon jî xitimîne. Gava baran dibare jêrzemînên me tije av dibin. Ji şaredariyê kes nayê van deran kontrol nake. Ez bi xwe gelek caran bi telefonê geriyame û min dîmen girtine şandine, lê kes guh nadê".
‘NE XEMA QEYÛM E'
Farûk Saribatûr jî, diyar kir ku sê mehan carekê kuçe tên kolandin û cihên tên kolandin nayên girtin. Saribatûr, got: "Gava baran dibare ev koncal tije dibin. Em nizanin çi qasî kûr in. Gava em bi wesayîtê derbas dibin tampon û sîlindir giş dişikên. Em esnaf in. Ji ber van koncalan wesayît nikarin bên ber dikanê. Em malzemeyên xwe li ser pişta xwe dikin û bi qasî 2 metrî dikişînin. Em perîşan bûne. Qeyûm tayîn kirin. Lê ne xema qeyûm e jî. Şaredarî guh nade van deran. Mirov jî newêrin dengê xwe bikin. Ji ber qeyûm hatiye tayînkirin hema kî xeber de digirin. Em newêrin xeber bidin. Em çavtirsandî kirine, em nikarin xeber bidin".
Îrfan Guçlu jî anî ziman ku peywira şaredariyê xizmet e û got: "Lê ev şaredarî tiştekî jî nake. Tim û tim dibêjin em deyndar in. Halbûkî ê deyndar gel e. Em fikirîn em li ser kîsê xwe çê bikin, lê em çê bikin jî ancax karibin du metreyan çê bikin. Berê koncalên wiha tunebûn. Ev der navçeyeke mezin e. Cihê bazirganiyê ye. Ji ber ava di van koncalan de em nikarin biçin ber dikanên xwe. Em gel in. Em dixwazin ev der bên çêkirin. Her diçe xirabtir dibe".
Enver Tîmûr jî got: "Mixabin em vegeriyan salên 80'yî. Niha halê kuçeyên Qoserê giş ev e. Em li welatekî din dijîn. Ji ber ku ev der Başûrêrojhilat e bi çavekî din lê dinerin. Lê gava mesele tê ser fatûreyan dinepixînin, lê gava mesele dibe xizmet, na tuneye".