STENBOL - Li Stenbolê girû belav bûye û di depoyên dermanxaneyan de dermanê girûyê nemane.
Li Stenbolê, girû belav bûye û her diçe zêde dibe. Hîn jî nayê zanîn ji ber çi zêde dibe û Midûriyeta Tenduristiyê ya Stenbolê jî îdia dike ku zêdebûneke berbiçav tuneye. Her wiha heta niha Wezareta Tenduristiyê jî ji bo vê tiştek negotiye.
Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Osman Ozturk jî anî ziman ku divê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr ji bo girûyê lêkolînekê bike da ku çi qasî belav bûye.
Ozturk, anî ziman ku li Stenbolê girû zêde bûye û got: "Niha di depoyên dermanxaneyan de derman nemaye. Midûriyeta Tenduristiyê tenê got, 'zêdebûneke berbiçav tuneye'. Wezareta Tenduristiyê jî deng ji xwe nayne. Lê belê girû zêde bûye û derman nemane".