HATAY - Ji ber parvekirinên derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê Hevseroka DBP'a Îskenderûnê ya berê Fatma Guneş de doz hat vekirin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îskenderûnê ya berê Fatma Guneş, di 31'ê Cotmeha 2019'an de hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan. Serdozgeriya Komarê ya Hatayê derbarê Guneşê de îdianame amade kir. Îdianame bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Hatayê jî qebûl kir.
Wê danişîna ewil a dozê di 26'ê Sibata 2020'an de pêk bê.
Di îdianameyê de parvekirinên Guneşê yên dijî şer ên derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûc hatine hesibandin. Her wiha parvekirinên wê yên şideta polîsan ku di çalakiyên dijî qeyûman de êrîşî girseyê kiribûn jî sûc hatine hesibandin.
MA / Hamdûllah Kesen