AMED - Di Doza Sereke ya Sûrê de, dadgehê hejmara bersûcan kir hincet û biryar girt ku ji xeynî Parlementera HDP'ê Remziye Tosûnê 39 kesên din li dadgehên cuda cuda bên darizandin.
Di dema qedexeya derketina derve ya Sûr a Amedê de kesên li navçeyê dorpêçkirî mabûn ji navçeyê hatibûn derxistin. Ji kesên hatibûn derxistin 19 kes jê hatibûn girtin û bi giştî derbarê 40 kesî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî lêpirsînê derbarê kesên navbirî de bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" û "endamtiya rêxistinê" li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê doz hatibû vekirin. Di 11 danişînên pêk hatin de piraniya kesên dihatin darizandin parastin nekirin û hin jê jî ji ber ku li bajarên dûr di girtîgehê de ne nikaribûn tev li danişînê bibin. Piştî 11 danişînan, dosyeya Metîn Tûnç ku ne bersûcê dozê ye jî bi dosyeya dozê ve hat girêdan û piştî vê seyra dozê guherî. Dadgehê, dosyeya Tûnç nirxand û biryara ku dosyeya Tûnç bi dosyeya Doza Sereke ya Sûrê ve bê girêdan red kir û biryar da ku bersûcên dosyeya Sûrê yeko yeko li dadgehên cuda bên darizandin.
DOSYE ŞANDIN DAÎREYA 5'AN
Metîn Tûnç, li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê dihat darizandin û dosyeya wî tev li dosyeya Doza Sereke ya Sûrê kirin. Dadgehê, di danişînê de diyar kir ku Tûnç ne bersûcê Doza Sereke ya Sûrê ye û di navbera dosyeya wî û ya Sûrê de tu pêwendî tunene û got, ji bo Doza Sereke ya Sûrê merheleya mutalaayê dest pê kiriye. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an, dosyeya Tûnç ji Dadgeha Cezayê Giran a 4'an re şand û ji bo nelihevkirina ku rû daye dosye ji Daîreya 5'an a Dadgeha Îstinafê ya Amedê re jî şand.
Her wiha dadgehê ji bo Doza Sereke ya Sûrê jî got, hejmara bersûcan zêde ye û ji bo darizandineke baş divê bersûcên dozê yên girtî û negirtî li dadgehên cuda cuda bên darizandin. Ji xeynî Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûnê wê 39 kesên din li dadgehên cuda cuda yeko yeko bên darizandin.
HIQÛQNAS: ARMANC GIRTINA DOZÊ YE
Hiqûqnasên ku di doza navbirî de muwekîlên wan hene, anîn ziman ku bi vî hawî tê xwestin doz bê girtin û cezayên giran li muwekîlên wan bên birîn.