WAN - Sal û 4 meh ceza li Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mûrat Melet hat birîn. Ji ber ku wekî çavdêr tev li meşekê bûye ceza lê hatiye birîn. Melet, ji bo cezayê hatiye birîn got: "Tu eleqeya wê bi hiqûq û edaletê re tuneye".
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet, li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê wekî çavdêr tev li meşekê bûbû. Ji ber vê meşê bi îdiaya "astengkirina peywirê", "birêvebirin û lidarxistina civîn û xwepêşandanên derî qanûnê" û "propagandaya rêxistinê" sal û 4 meh ceza li Melet hat birîn.
Melet, ji bo vê biryara Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan serî li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê dabû û îtiraz kiribû, lê belê dadgehê îtiraza Melet red kiribû. Dadgehê, parast ku cezayê hatiye birîn "li gor hiqûqê ye".
Melet, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.
'WEKÎ ÇAVDÊR TEV LI MELÊ BÛBÛM'
Melet, ji bo cezayê hatiye birîn got: "Em Komeleya Mafên Mirovan, wekî çavdêr tev li hemû meş û xwepêşandanên li Tirkiyeyê dibin. Ez jî bi vî hawî tev li vê meşê bûbûm. Ji xwe ev tişt di tuzuka komeleya me de jî heye. Em wekî çavdêr tev li xwepêşandan û çalakiya dibin. Di van meşan de em tu dirûşmeyan berz nakin û serî li şidetê nadin. Ji xwe gava dîmenên vê çalakiyê bên lêkolînkirin wê bê dîtin ku min dirûşme berz nekirine. Li wir me peywira xwe bi cih dianî".
Melet, destnîşan kir ku tu eleqeya vî cezayê bi hiqûq û edaletê re tuneye û got: "Sirf ji bo xebatên me bên astengkirin ceza birîne. Li tu deverê cîhanê kesên doza aştiyê dikin nayên cezakirin. Mixabin li Tirkiyeyê kesên doza demokrasî û aştiyê dikin tên cezakirin. Ev jî edaleta Tirkiyeyê nîşan dide".
MA / Adnan Bîlen