ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay da zanîn ku nûçeyên derbarê 20 ton dexl û dan ên Girê Spî ku dê bînin Tirkiyê di raya giştî de derket pêş û got: “Em pirsek hêsan dikin; ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê genimê kî û ji aliyê kî ve difiroşin Tirkiyê? Eşkere bikin.”
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.
‘EM AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DIPARÊZ IN’
Kubîlay bi pîrozkirina 10’ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin dest bi axaftina xwe kir. Kubîlay got ew azadiya çapemeniyê û rojnamegeran diparêzin û heta rojên xweş û azad ji bo rojnamevanan peyda bibin dê têkoşîna xwe dewam bikin û rojnamevan Metîn Goktepe yê di 8’ê Çileya 1996’an de li Stenbolê hatibû qetilkirin bibîr anî.
‘TIRKIYE HEVKARÊ KOMKUJIYÊ YE’
Kubîlay bi bîr xist ku siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin û û got: “Her sê jinên kurd ên şoreşger bi namerdi hatin qetilkirin. Kujerên wan diyar in. Tevî ku 7 sal bi ser bûyerê re derbas bû jî û kujer û berpirs tên zanîn jî rayedarên Fransayê kesî danerizandin û ceza nedan qatilan. Piştî komkujiyê rayedarên AKP’ê û Erdogan jî gotin ku Omer Guney endamê MÎT’ê ye û ev gotin nehat derewandin û ev yek jî ruyê rast ê komkujiyê derdixe holê. Dewleta Tirkiyê jî hevkarê sûcê komkujiyê ye. Heman zîhniyetê di çileya 2016’an de jî li Silopiya sê jinên kurd ên şoreşger qetil kir. Em hemû jinên hatin qetilkirin bibîr tînin.”
‘HÛN BEHSA KÎJAN ŞARISTANIYÊ DIKIN’
Kubîlay bal kişand ser aloziya navbera Amerîka û Îranê û got herêm ber bi şer ve tê birin. Kubîlay zîhniyet ango rejîma Îranê kurdan bi derve dike jî rexne kir û got: “Dema ciwanên kurd tên bidervkirin, hûn şaristaniyê nabînin lê hûn radibin behsa şaristaniyê dikin. Hûn behsa kîjan şaristaniyê dikin?”
‘HEMÛ PLANÊN WAN LI DIJÎ KURDAN E’
Kubîlay di berdewama axaftina xwe de şandina eskerên ji bo Lîbyayê jî rexne kir û îqtîdara AKP û MHP’ê hemû planên xwe yên stratejîk li dijî kurdan ava dike ku kur dli herêmê nebin xwedî statû.
‘DIVÊ HÊZÊN BIYANÎ JI SÛRIYÊ WERIN VEKIŞANDIN’
Kubîlay destnîşan kir ku ew wek HDP’ê dixwazin hêzên biyanî yên li Sûriyê paş de bên vekişandin û diparêzin ku pirsgirêk bi rêya diyalog û muzakereyan werin çareserkirin. Kubîlay got ew dixwazin li Rojhilata Navîn rewşek aram, aştiyane û demokratîk were sazkirin û da ku aloziyên mezintir pêk neyên.
‘WEZÎFEYA SEREKE RIZGARIYA JI VÊ ÎQTÎDARÊ YE’
Kubîlay diyar kir ku di vê serdemê de carek din hat dîtin ku tekane rêya rizgariyê û çareseriyê ew e ku ji îqtîdara AKP û MHP’ê xilas bibin û ji bo ew ji vê pergalê xilas bibin jî wezîfeya wan sereke ya sala 2020’an e.
‘ÇIMA WE DEST DANIYE SER DEXL Û DANÊ GIRÊ SPÎ?’
Kubîlay da zanîn ku nûçeyên derbarê 20 ton dexl û dan ên Girê Spî ku dê bînin Tirkiyê di raya giştî de derket pêş û got: “Ewilî Efrînê dagir kirin û zeytûnên wê desteserkirin û anîn niha jî dora dexl û danê Girê Spî û Serêkaniyê ye. Em pirsek hêsan dikin; ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê genimê kî û ji aliyê kî ve difiroşin Tirkiyê? Eşkere bikin. Lê em dizanin hûn eşkere nakin. Çimkî bazirganiyek û dan û sitandinek li holê nîne. Hûn dest datînin ser mal û milkên kurdan. We çav berdaye dexl û danê wan. Ev cara duyem e ku hûn vî sûcî dikin. Hûn wek xwe dîrokê dinivîsînin û wek xwe berovajî dikin. Lê hûnê tu demê nikaribin ronahiya heqîqetê vemirînin. Çawa ku yên beriya we jî nikaribûn vê ronahiya heqîqetê vemirînin.”