Buldan: Em ê sedsala pêşiya me bikin sedsala jinan

  • rojane
  • 14:19 10 Çile 2020
  • |
img

ÊLIH - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk de got: “Em jin bi hêz in. Em jin dê bi vê biryar û hêza xwe sedsala pêşiya xwe bikin sedsala jinê." 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dest bi civina Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk ku di navbera 10-11'ê Çile de li Êlihê bidome kir. Di roja ewil a civînê de jinên siyasetmedar bi navê "Jinên Siyasetmedar di Rêveberiyên Herêmî de kom bûn" hatin cem hev. Civîn li Salona Konferansê ya Şaredariya Êlihê pêk hat. Li salonê pankarta “Hevserokatî xeta me ya Sor e" nivîsandin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Parlamenterên HDP'ê Pero Dundar, Ayşe Acar Başaran, Feleknas Uca û hevşaredarên jin ên herêmê jî tev li civînê bûn. Dîsa nûnerên jinan û endamên meclîsên şaredariyê yên jin amade bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. 
Piştî dîvan hat avakirin, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, diyar kir ku dixwazin pergala Hevserokatiyê ku xeta wan a xemrî ye dixwazin dijzagonî nîşan bidin. Korkmaz, destnîşan kir ku dê li dijî êrîşên li hemberî Hevserokatiyê têbikoşin û pergala Hevserokatiyê biparêzin. 
 
‘BILA BIBE WESÎLEYA AŞTIYÊ' 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî li salonê axivî û wiha got: “Piştî hilbijartina 31'ê Adarê hin hevşaredarên me hatin girtin. Hinek ji wan hatin sirgûnkirin. Hinek li derve mane. Em niha bi hevşaredar û endamên meclîsên xwe yên li derve mane li Êlihê kom bûne. Ji bo em rêveberiyên herêmî û pêvajoya wan binirxînin em ê 2 rojan li vir niqaş bikin. Me xwest di roja ewil de bi jinên hatin hilbijartin, hevşaredar û endamên meclîsê yên jin re bicivin. Ez hevî dikim ku ev civîn dê pir serkeftî be û rê li pêşiya hêza nû ya pêşerojê veke. Ez hevî dikim ku bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê. 9'ê Çile ji bo me jinan rojek girîng e. 3 jinên Kurd li Fransayê hatin qetilkirin. Sakîne, Fidan û Leyla li Fransayê hatin qetilkirin. 3 jinên Kurd bi plan li pêş çavê cîhanê hatin kuştin. Bi taybeti di serdema muzakereyên aştiyê dihatin kirin de 3 jinên Kurd hatin kuştin. Di vê pêvajoya ku bi Birêz Ocalan re hevditin dihat kirin, qetilkirina 3 jinên Kurd, darbeya li dijî aştî, demokrasî û azadiyê ye. Di şexsê 3 jinên Kurd de ev pêvajo xelas kirin. Dema bi Birêz Ocalan re dest bi hevîtinê kirin pêk hat. Beriya 9'ê Çile li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinek pêk hatibû. Dest bi gavên aştî û muzakereyan kiribûn. Roja dîtin Sakine, Leyla ve Fidan hatin qetilkirin. Ev bû sedem ku hêzên li dijî çareserî û muzakereyan plana xwe têxin meriyetê. Ez li vir wan bibîr tînim. Gavên di rêya Aştiyê, rêya çareseriyê de deynê gel ê di stuyê me de ye. 
 
Ez li vir slavên xwe ji Gultan Kişanak û hemû şaredaran re dişînim. Mukaddes Kûbilay, Nurhayat Altun, Edibe Şahîn û bi dehan hevşaredarên me yên jin îro ne li vir in, lê hêzê didin me. Têkoşîna jinan kevneşopiya dehan salan e. Em vê kevneşopiya xwe ji HEP’ê digirin. Di dema HEP'ê de tenê parlamenterek me ya jin hebû. Di sala 1999'an de bi HADEP'ê re 3 jin bûn şaredar. Jin ji wê rojê û şûnde bêtir tev li siyasetê bûn û xwe mezin kirin. Xwe kirin xwedî hêz. Em jin her ku diçin mezin dibin û dibin xwedî hêz. Me pergala Hevserokatiyê xist meriyetê. Hevserokatî bû hedefa pergalê. Em rastî zor û zahmetiyên mezin hatin. Dema me pergala Hevserokatiyê xist meriyetê ji sedî 35 rojeya pozitif me me xist meriyetê û derbasî pergala ji sedî 45 kotayê bûn. Herî dawî me  nûnertî kir ji sedî 50 jin û ji sedî 50 mêr. 
 
Hevalên me yên jin di hilbijartina 31'ê Adarê de serkeftinek mezin bi dest xistin. Tayînkirina qeyûmên AKP'ê, Xezpkirina şaredariyan, girtina hevşaredar û endamên meclîsê yên şaredariyê nîşaneya vê yekê ye. Dixwazin pergala jinê û hevserokatiyê têk bibin. Dixwazin pergala Hevserokatiyê dijzagonî nîşan bidin." 
 
Buldan, anî ziman ku AKP ji jinê û hêza jinê ditirse û got: "Ji HDP’ê, aştî, demokrasî û azadiyê ditirse. Ew bi tirs tundî û zextan xwe li ser piyan dihêlin. Lê em bi têkoşîn û berxwedanê li ser piyan in. Tevî hemû zext, binçavkirin û girtinan partiya me li ser piyan e. Îro ger ku AKP êrîşî HDP’ê dike, ji ber ku jin aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin e."  
 
'HÛN ÇÛN KORÎDORA AŞTIYÊ XERA BIKIN'
 
Buldan, êrîşa Tirkiye ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rexne kir û got: "Hûn çûn koorîdora aştiyê hilweşînin. Hûn çûn aramiya gelên Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî û Erebên bi hevre dijîn xera bikin. Hûn çûn demografya wir xera bikin. Ev polîtîka Tirkiye bi kaos û krîza aborî re rû bi rû dihêle. Civaka Tirkiyeyê şer naxwaze. Gelê Tirkiyeyê ji vê yekê bêzar e. Em wekî HDP û rêveberiyên herêmî ji bo ji niha û şûnde nexşeyek çawa dînin pêşiya xwe niqaş dikin. Em dê têkoşînek çawa bidin pêş xwe niqaş dikin. Em dê bi van niqaşan rêyên nû û armancên nû bidin pêş xwe. 
 
Em armanc dikin ku hevalên xwe  yên jin ên girtî ji girtîgehê derxin. Em wan bigînin azadiya wan. Em dixwazin bi rêya rêveberiyên herêmî li her derê xwe bigînin jinan, pirsgirêkên wan li cih tespît bikin û çareser bikin. Bi vê zanebûnê em xwedî berpirsiyar in xwe bi rêxistin bikin. Ger ku em bi rêxistinî têbikoşin, em ê têkoşînê bêtir mezin bikin. Em dixwazin li tevahiya Tirkiyeyê pirsgirêkên jinan li cih tespît bikin û li cih çareser bikin. Ji bo em piştgiriyê bidin aştî û demokrasiyê gelek tiştên em bikin hene. Em jin bi hêz in. Em jin dixwazin bi vê hêz û biryara xwe sedsala pêş bikin sedsala jinê." 
 
Piştre bername û civîn ji çapameniyê re girtî berdewam kir.

Sernavên din

11/01/2020
13:19 Kemalbay: Şikandina tecrîdê bi têkoşînê pêkan e
13:15 Amerîka daxwaza Iraqê red kir: Em venakişin
12:32 Komxebata ziman dest pê kir: Ziman û çanda me bi pişavtinê re rû bi rû ye
12:00 Ocalan rageşiya navbera DYA-Îranê 7 sal berê nivîsîbû: An dê demokratîk bibe an dê belav bibe
11:31 Raportorê Taybet ê NY'yê bi parastvanên mafên mirovan re hat gel hev
11:30 Bertek nîşanî girtina Keşîş Belîcan dan: Pêşeroja Suryaniyan dibin talûkê deye
11:22 Li Amedê operasyona bertîla tapo: 41 kes hatin binçavkirin
10:29 Ji ber legerîna tazî red kir gardiyanan girtî derb kirin
10:26 Girtiyê nexweş ê 74 salî Nebî Îlhan jiyana xwe ji dest da
09:08 Rêyên Qoserê bûne kunên xiltan
09:07 Li Stenbolê girû belav dibe: Derman nemane
09:06 Nerazîbûna dayika ku zarokên wê hatin îstismarkirin
09:06 26 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse: Tiştek jî li dû wî nehiştin
09:05 Parêzer Sert: Ne ceza, xelat wergirtiye, belkî Berfînê bikuje jî
09:00 Ji ber parvekirinên xwe yên dijî şer wê bê darizandin
09:00 Di Doza Sereke ya Sûrê de wê 39 kes yeko yeko bên darizandin
09:00 Wekî çavdêr tev li meşê bûbû, ceza lê hat birîn
09:00 Armanca Wîkîferhengê 'milyonek peyvên kurdî ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:54 Îranê ragihand ku bi şaşî balafira Ûkraynayê xistin e
10/01/2020
16:39 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Dixwazin li Dersimê polîtîkaya pişaftin û înkarê bidomînin
15:52 Serokê Baroya Wanê: Wezaret di lêpirsîna cînayeta Elçî de bêbandor e
15:36 Derket holê ku Gulîstan Doku herî dawî bi Zaynal Abarok re axivîye
15:18 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Kubîlay: Genimê li Girê Spî yê kî ye û ji aliyê kî ve difiroşin Tirkiyê?
14:19 Buldan: Em ê sedsala pêşiya me bikin sedsala jinan
13:52 MEBYA-DER'ê: Di kesayeta Ocalan de gel tên tecrîdkirin
13:36 Keşîş Bîleçen wê sewqî edliyê bikin: Ev operayon ji teslîm girtina Suryaniyane
13:27 Di Roja Rojnamegerên Dixebitin de ket girtîgehê
12:47 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel hat birîn
12:00 Lêpirsîna kesên zor li dayik û keça wê kirin ku fihûşê bikin hêj bi encam nebûye
11:44 Qûrbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
11:39 HDP wê tevlî Komxebata Kanal Stenbolê bibe
11:16 Mazlûm Ebdî: Li herêma me 3 hezar û 286 kes windane
11:02 Qeyûm tayînî şûna 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê hatin kirin
11:02 Jinên rojnameger vegotin: Emê di her şert û mercî de rastiyan binivîsin
10:58 New York Times: Li Balafira Ukrayna xistin û daxistin xwar
10:31 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt Heskîfê: Dîroka 12 hezar salî di bin avê de dimîne
10:29 DFG: Li dijî zextan em bi hevre têbikoşin
09:52 Komxebata 1'emîn a Tora Ziman û Çandan sibê dest pê dike
09:42 Generalê Rûsî: Li Îdlîbê agirbest hat îlankirin
09:41 Ewil berhemên çandî û dîrokî dikin hedef
09:09 Li girtîgehê pêkanîneke nû: Gere hûn bi eşofamên me di amûra X-rayê re derbas bibin
09:09 3 dozger guherîn, lê hîn jî îdianame nehatiye amadekirin
09:08 Kamaç: Xebata me ya sereke divê yekîtiya neteweyî be
09:08 Şaredarê soz dan sozên xwe neanîn cih
09:07 Hem derb kirin hem jî cezayê hucreyê lê birîn
09:06 'Ji bo tenûra me bi agirê kesên din vênekeve em xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2020'AN
09/01/2020
16:28 Temellî: Armanca têkoşîna me têkbirina îqtîdara AKP’ê ye
16:26 Keşeyê Dêra Mor Yakûp hat binçavkirin
16:23 Cansiz, Fîdan û Şaylemez li bajarên lê hatibûn defin kirin hatin bîranîn
15:56 Li Wanê 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn
15:26 11 sal cezayê girtîgehê dan midurê qeyûm
14:43 Ji HDP'ê ji bo jinên kedkarên malan pêşniyaza qanûnê
14:38 Siyasetmedarên jin hatin bibîranîn: Em ê ala têkoşîna Sarayan tim li ba bikin
14:26 Cenazeyê karkerê di bin şepeyê mabû hat dîtin
14:15 AYM: Gotina ‘sûtalê qesrê’ ne heqaret e, rexne ye
14:01 Ji Îranê bersiva 'hevdîtinan bêşer': Angaşta hevkariyê nayê fêmkirin
13:54 Doza Selahattîn Demîrtaş hat taloqkirin
13:48 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:42 5 meh ceza li rojnamevan Osman Akin hat birîn
13:33 Piştî desteserkirina zeytûnan niha jî 20 ton dexl û danê Girê Spî hat desteserkirin
13:08 Li Geverê kesek winda bûbû mirî hat dîtin
12:31 Hejmara 4'emîn a kovara Folklora Me derket
12:30 Li Amedê cenazeyek hat dîtin
12:01 Meclîs Jinan a HDP’ê: Bi Komkujiya Parîsê re berxwedana jinê hedef girtin
11:34 DTSO: Bila sala 2021’an bibe Sala Zerzevanê
11:22 'Heke zext li ser kurdî tunebin em ê zextên tên kirin çawa binirxînin?'
11:21 Velî Encu û 4 kesên din nehatin berdan
11:09 Jin qanûna ‘efoyê ya bi rêya zewicandinê' îtîraz dikin: Pir talûkeye
10:52 KCD: Em ê têkoşîna Sakîneyan mezin bikin
10:17 Li Marînê ya Nisêbînê 5 welatî hatin binçavkirin
10:11 Ji Amerîkayê ji bo NY'yê: Em amade ne bêşert bi Îranê re rûnin
10:11 Rojnamevanên li qadê: Rojnamevaniyê roj bi roj ber bi talûkeyê ve dibin
09:23 Wê êrîşên cûr bi cûr pêk bên û dewam bikin
09:22 'Ji bo jiyaneke mirovane em li Qada Gundogduyê bên cem hev'
09:21 Şaredariya Seyhanê asfalt rijandiye ser avahiya dîrokî
09:20 Nahêlin rojnamevan Demîr nameyan bişîne
09:16 Ji Meclîsa Rezanê jesta li ser jestê!
09:07 Îqtidarê xêr di sewalvaniyê de jî nehiştiye: Yeko yeko koç dikin
09:04 Dadgehê ji bo cinayeta li girtîgehê got, 'qisûr' a Wezareta Dadê ye
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2020'AN
08/01/2020
20:35 Hevşaredara Qelqeliyê şandin Girtîgeha Erziromê
18:20 Li Wanê cardin çalakî hatin qedexekirin
18:11 Li Îranê balafira rêwiyan ket xwarê: 176 kes mirin
17:59 Demîrtaş: Li Cizîrê komkujiyên hovane hatin kirin
16:36 Rojnamevan Aykol: Em bi bedelên giran hatin heta van rojan
16:01 Sekreterê Giştî yê NATO'yê êrîşa Îranê şermezar kir
16:00 Îttîraza ji bo cezayê xebatkarê rojnameyê hat redkirin
15:35 Demîrtaş: Dozger ji kî re xizmetê dike û derdî wî çi ye?
15:04 Li Pêrtagê gelek zarok hatin îstîsmarkirin
14:48 Qeyyûm: Lîsa Çalan ji kar nehatiye derxisti, peymana wê hatiye feshkirin
14:47 Şêwirmendî leşkerî yê Erdogan îstîfa kir
14:22 Ji Serokwezîrê Iraqê Mehdî daxuyaniya êrîşa Îranê
14:10 Rojnamevan Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
14:02 Malbatên Baran û Şik bi dayina mewlûdê şîn qedand
13:15 Danişîna doza Rojnameger Îdrîs Sayilgan hat dîtin
12:43 ‘Komkujiya Parîsê berdewama 9'ê Cotmehê ye'
12:38 Rojnameger Arjîn Oncel di danişîna ewil de berat bû