MÊRDÎN - Li bendê ye ku Keşîşê Dêra Mor Yakûp Sefer Bîleçen û welatiyên Suryanî yên di operasyona li Nisêbînê de hatibûn binçavkirin, sewqî edliyê bên kirin. Serokê Yekitiya Suryaniyên Mêrdînê Yuhanna Aktaş, bal kişand zextên li ser sûryaniyan û got: “Ev operasyon ji bo tirsandin û teslîmgirtina Suryaniyan e.”
Polîs û leşkeran, duh bi ser gundên Marînê, Xarabalê û Sêderiyê yên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de de girtin. Di serdegirtina malan de, Keşîşê Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Bîleçen, keyayê gundê Xarabalê Joseph Yar û bi welatiyê Suryanî Mûsa Taştekîn re 10 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê tên girtin. Piştî qedexeya hevdîtina parêzeran a 24 saetan, parêzeran hevdîtin bi muwekîlên xwe re kirin.
ÎDDÎA: ALÎKARÎ DAYÎNA RÊXISTINÊ
Li gorî agahiyênji parêzeran hatin girtin, keşîşê Suryanî Bîleçen û kesên ligel wî bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” hatine binçavkirin. Hat diyar kirin ku keyayê gundê Xarabalê Joseph Yar jî birine Fermandariya Leşkerî ya Navçeya Qoserê. Hat dest nîşan kirin ku îfadeya keşiş Bîleçen û 4 kesên li gel wî hatine girtin û li bendêye ku sewqî dozger bên kirin.
SEROKÊ YEKITIYA SURYANIYAN BERTEK NÎŞAN DA
Serokê Yekitiya Suryaniyên Mêrdînê û Koordînatorê Mêrdînê yê Tora Venêrîna Denge Yûhanna Aktaş, binçavkirina keşiş Bîleçen û kesên bi wî re nirxand û wiha got: “Bi van operayonên şahidên nepen û giliyên derew, dixwazin Suryaniyan bitirsînin û teslîm bigirin. Keşîşek dev ji metropolên mîna Stenbolê berdide û ji bo ku xwe ji cîhanê pak bike, dixwaze li qûntarên Çiyayê Bagokê bijî. Gelo sedema binçavkirina keseke wiha dibe ku çi be? Ev operasyon ji bo teslîmgirtin û çavtirsandinê ye. Di dîroka Suryaniyan de keşîşek tenê jî nehatiye binçavkirin. Papaz girtine, lê keşîş ne girtine. Kesekê ku tu eleqeya wî bi siyaset û bazirganiyê re nebe, çawan dibe hûn wî binçav bikin? Em vê yeke teqez qebûl nakin. Suryanî ji gelên qedîm ên vî welatîne. Hewldana koçber kirina Sûryaniyan, xirabiya herî mezin lê axê kirine.”