NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Cevdet Akgun, 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin de ket girtîgehê. Akgun, ji ber 5 meh cezayê wî yê girtîgehê hat erêkirin ket girtîgehê.
Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Rojnameya Halkin Sesî Cevdet Akgun, piştî cezayê wî yê 5 mehan hat erêkirin, di 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin de ket Girtîgeha Baycuma ya Zonguldakê. Akgun anî ziman ku ji ber wî nûçeya “Parêzerê Bank Asya bê ezmûn bû hekîm" çêkir rastî 5 meh ceza hat.