RIHA - Li Kampa Penaberan a Telhamut a Sûriyeyî lê dimînin, rayedaran zor li dayik û keça wê kiribûn ku fihûşê bikin. Bûyera ku ajansa me di 10'ê Tebaxa 2018’an de anî rojevê û lêpirsîn hat vekirin, hêj lêpirsîna wê bi encam nebûye.
Skandala li Kampa Telhamût a Penaberan a Girêdayî Midûryeta Giştî ya Îdareya Koçberan a li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê penaberên lê dimînin ji aliyê xebatkarên kampê ve bi zorê arasteyî fuhûşê dikirin, ji aliyê Ajansa Mezopotamya (MA) ve di 10'ê Tebaşa 2018'an de hat eşkerekkirin, li kampê lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Di lêpirsînê de cihê erka midûrê ewlekariya kampê hat guhertin, H.D.ê di organîzasyonê de cih digirt, ji kar hatiye dûrxistin û darbarê skandalê de lêpirsîn hat destpêkirin. Roja nûçeya skandalê ya di 10’ê Tebaxê de hat weşandin, Qeymeqamê Serêkaniyê Ahmet Karatepe, diyar kiribû ku bi navbeynkariya Serdozgeriya Komarê ya Serêkaniyê lêpirsîn dane destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de kesên navê wî derbas dibe H.D. ji kar hatiye dûrxistin. Piştî me nûçe parve kir skantala li kampê belav bû. Piştî bûyerê Baroyên Amed û Rihayê û parazvanên mafên mirovan (ÎHD) xwestin biçin lêkolîn bikin. Heyetên xwestin biçin kampê hatin astengkirin. Kamp, piştî bûyerê sala par hat girtin.
Komeleya Înîsiyatifa Gel ji bo têkildarî kesên zor li dayik û keça wê kiriye ku fuhûşê bikin serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê dabûn. Meclîsa Tirkiyeyê bersîv da Komeleyê. Parlamenterê AKP'ê û Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Hakan Çavuşoglu di 2'ê Cotmeha 2019'an de bersîv da û wiha got: "Têkildarî mijara serlêdana we ya li Kampa Çadiran a Telhamutê, dayik û keça wê ya ji Sûriyeyê zor li wan hatiye kirin ku fuhûşê bikin, Sermufetişê Mulkiye hatiye pewvirdarkirin. Mufettiş têkildarî bûyerê rapor amade kiriye. Der barê hin erkdarê cemaweriyê lêpirsîn daye destpêkirin. Lêpirsîn didome."