STENBOL - Rojnamegerên bi girtin, binçavkirin, sansûr, qedexeyan û ji kar avêtinê 10’ê Çileya Roja Rojnamegerên Dixebitin pêşwazî kirin, pirsgirêkên dijîn vegotin. Bi taybetî pirsgirêkên rojnameger jin dijîn, bi jimartinê naqedin. Rojnamegerên jin ên dixebitin, diyar kirin ku ewê ligel hemû zor û zehmetiyan dibin her şert û merci de rastiyan binivîsin.
Li gorî danayên Înîsiyastîfa Rojnamegerên Azad a berî sala 2020’an, herî kêm 130 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê girtine. Li gorî danayên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî, hejmara rojnamegerên girtî 91’in. Kedkarên çapemeniyê, li Tirkiyeyê bi vê tabloyê 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin pêşwazî kirin.
Li Tirkiyeyê, di nava 5 salên dawî de, hewldana darbeyê, krîza aborî û rastiya şer, tim bandora xwe li rojnameger û kedkarên çapemeniyê kir. Ji ber van sedaman gelek rojnameger ji kar hatin avêtin, hatin girtin, binçavkirin, gef li wan hat xwarin, karê wan hat astengkirin û rojnamegertiî weke sûc hat dîtin.
Di navbera salên 2016 û 2019’an de, li Tirkiyeyê 6 ajansên nûçeyan, 18 tevevîzyon, 22 radyo, 50 rojname û 20 kovar bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hatin girtin. Gelek xebatkarên divan sizayan de dixebitîn bê kar man. Yên ku herî zêde ji vê bi bandor bûn rojnamegerên jin bûn. Dem bi dem rastî cihêkariyê jî hatin. Rojnamegerên jin ên hewl dan van astengiyan derbas bikin û ji bo vê têkoşiyan bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin ji ajansa me re axivîn.
‘JINAN DI QADA ÇAPEMENIYÊ DE GELEK TIŞT BI SER XISTIN’
Ji ekîba produksiyona Jin TV Durket Suren, behsa zor û zehmetiyên rojnamegerên jin dijîn kir. Suren, diyar kir ku jinan di qada çapemeniyê de gelek tişt bi ser xistin û wiha axivî: “Jinên rojnameger di şertên xebatê de, tim hewldan ku ked û xebata wan dîtbar bibe û tim ji bo vê têkoşiyan. Dibe ku di qada çapemeniyê de hejmara rojnamegerên jin kêm bê dîtin, lê di rastiyê de hejmareke zêde ya rojnamegerên jin heye. A rastîn pirsgirêk ewe ku rojnamegerên jin nayin dîtin û hişmediya serdest tim dixwaze vê qadê di destê xwe de bigire.”
‘TÊKOŞÎNA NASNAMÊ’
Suren, şertên xebata xwe mînak da û wiha got: “Rojnamegerên jin li aliyekê dixebitin û li aliyê din jî têkolîna nasnameyê didin. Ligel vê yekê, li dijî pergala heyî jî têdikoşin. Min ji Egeyê heya Karadenîzê, ji Stenbolê heya Kurdistanê salên dirêj rojnamegertî kir. Li van deran ez rastî gelek zextan hatim. Dema ku mirov kamerayê dixe destê xwe hemû kes bi şaşwazî li te mêzê dikin. A herî xirab jî polîs derdora te digirin. Dewlet rojnamegeran ji bo xwe weke talûke dibîne. Li ciheke wiha mirov nikare behsa azadiya çapemeniyê bike. Hikumet, îro tenê çapemeniya alîgirê xwe diparêze û dixwaze bi vê li ser raya giştî têgînê ava bike. Êdî rewş wisan bûye, rojname bi xwe xwe neçarin ku xwe sansûr bikin. Lê ligel vê yekê jî rojnamegerên dixwazin rastiyan binivîsin û bibin dengê civakê pir zêdene. Ligel hemû zext û êrîşan jî rojnamegertiya xwe dewam dikin. Lê mixabin rojnamegerên rastiyan dinivîsin, bi hişmendiya ji wan re dibin ‘terorîst’ re rû bi rû ne.”
‘DUH DIHATIN QETILKIRIN, ÎRO TÊN GIRTIN’
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan Etkîn (ETHA) Îsmînaz Temel jî, anî ziman ku ji ber xebatên xwe yên nûçegihantiye ew jî demekê di girtîgehê de ma ye û wiha bilêv kir: “Şertên di navbera rojnamegerên mûxalîf û medya hewzê de, pir cudane. Rojnamegerên muxalîf dibin êrîş û zextan dene. Tên binçavkirin, girtin, li qadê nikarin bixebitin, rastî zext û gefan tên. Duh rojnameger dihatin qetilkirin, îro jî tên girtin û binçavkirin. Di rastiyê de me nadin xebitandin.”
‘EM NE AMÛRÊ PROPAGANDEYA DESTHILATDARIYÊ NE’
Temel, dest nîşan kir ku ew alîgirên gelin û wiha got: “Desthilatdarî dixwaze medyayê weke amûrê propagandeya xwe bi kar bîne. Lê em ne amûrê propagandeya desthilatdariyê ne. Em amûrê propagandeya rastiyane, mûrê propagandeya gelin û em dixwazin bibin dengên kesên ku nikarin gotina xwe vebêjin.”
‘JI SEDÎ 50 JIN DIXEBITIN’
Gulfen Karataş a di Akademîya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) de cih digire jî, bal kişan ser xebata jinan û wiha axivî: “Li gorî danayên heyî, ji sedî 50 jin di xebatên sektora çapemeniyê de cih digirin. Em dinava vê sektorê de pir bi hêzin. Li Tirkiyeyê, ji ber ku rojnamegeran şer, krîza aborî û hewldana darbeyê kirin nûçe hatin girtin. Hîna jî rojnameger ji ber nûçeyên çêdikin bi awayekê rehet tên girtin. Piraniya rojnamegeran niha alîgirê dewletê ne. Lê di rastiyê de mirov dixwazin ku nûçe bi awayekê rast bên nivîsandin. Êdî kes guhê xwe nade nûçeyên derew.”