ENQERE - Girtîgeha Tîpa F a Wanê, pêkanîneke nû xistiye dewrê. Bi vê pêkanînê ji girtiyan tê xwestin ku beriya di amûra X-rayê re derbas bibin divê xwe tazî bikin û eşofmanên ku îdareya girtîgehê diyar kirine li xwe bikin.
Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Wanê, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de nameyek ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê re şandin.
Girtiyan di nameya xwe de bal kişand ser van binpêkirinên mafan:
“* Ser hin hewadariyan bi têlan hatiye girtin. Ev pêkanîn salek berê dest pê kiriye û hîn jî didome.
* Hin rojnameyan qet nadin. Rojnameya Yenî Yaşamê qet nadin.
* Ji bo ava germ û ava sar kotayek diyar kirine. Her wiha ava germ jî qirêjî û jengarî ye.
* Di çûn hatine dadgeh û nexweşxaneyan de me di amûra X-rayê re derbas dikin. Berî em di vê amûrê re derbas bibin dibêjin gerek hûn xwe tazî bikin û eşofmanên me diyar kiriye li xwe bikin.
* Em 25 kîlometreyan dûrî navenda bajêr in, lê belê tenê radyoyên ku qenala TRT'ê dikişîne didin me. Daxwazên me yên ji bo radyoyê jî bi hinceta 'ewlehiyê' tên redkirin".