WAN - Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, bal kişand ser girîngiya xebatên ji bo yekîtiya neteweyî û got: "Tişta sereke ew e ku gelê kurd bi bîra xwe, bi hêza xwe bawer be û bitêkoşe û xwedî li destekeftiyên xwe derkeve".
Wê ji bo xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd di 18-19'ê Çileyê de komxebatek bê çêkirin. Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, got: "Tişta sereke ew e ku gelê kurd bi bîra xwe, bi hêza xwe bawer be û bitêkoşe û xwedî li destekeftiyên xwe derkeve".
‘DIVÊ GELÊ KURD BI HÊZA XWE BAWER BE'
Kamaç, destnîşan kir ku divê gelê kurd bi hêza xwe bawer be û got: "Niha em mînaka vê li Rojhilata Navîn, nexasim jî li Rojavayê dibînin. Gelê kurd, bi destkeftiyên xwe yên li Rojavayê careke din esas hatiye girtin. Ji ber vê ye ku di konjuktura Rojhilata Navîn de, îro hêzên navdewletî destekê didin gelê kurd. Em vê yekê li Başûr jî dibînin. Helbet vekişîna hêzên navdewletî ya ji herêmê jî girîng e. Belê desteka hêzên navdewletî girîng e, lê belê tişta esas û sereke ew e ku gelê kurd bi bîra xwe, bi hêza xwe bawer be û bitêkoşe û xwedî li destekeftiyên xwe derkeve. Ji bo vê jî tişta girîng pêkanîna siyaseteke stratejîk e".
HESTA JI BO YEKÎTIYÊ
Kamaç, bal kişand ser girîngiya hesta yekîtiyê ya di têkoşîna gelê kurd de jî û got: "Di vê pêvajoyê de tişta bivê nevê yekîtiya neteweyî ye. Helbet dibe ku li Kurdistanê bawerî, bîrdozî û rêxistinên cuda hebin, lê belê ev li ber yekîtiya neteweyî ne asteng in. Divê hem cudahiyên xwe biparêzin hem jî li dor nasnameya neteweyî û nirxên neteweyî bên cem hev du".
Kamaç, ji bo Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ku dê di 18-19'ê Çileyê de li Amedê pêk bê jî got: "Wê di komxebatê de pirsa 'divê yekîtiya neteweyî çawa û di kîjan çarçoveyê de pêk bê' bê bersivandin. Armanca vê komxebatê ew e ku yekîtiya neteweyî bi her awayî bê dewlemendkirin. Ev mesele ji bo gelê kurd meseleyeke pir girîng e. Di êrîşên li ser Kerkûk, Efrîn û Rojavayê de dilê her çar perçeyên Kurdistanê şewitî. Gava em li vê yekê mêze dikin, em dibînin ku gel yek e. Divê gelê me vê yekîtiyê li partiyan jî ferz bike. Divê partî û gelê me hemû bi hev re hereket bikin û yekîtiya xwe nîşanî cîhanê bidin. Em baş dizanin xebatên ji bo yekîtiyê ji ên partiyan girîngtir in. Pêdiviya me ne bi desteke hêzên serdest bi hêza me heye".
MA / Cemîl Ûgûr