EDENE - Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê, gardiyanan Mahsûn Çay derb kiriye û ew xistine hucreyê. Gava gardiyan sê caran ser wî kontrol dikin Çay jî li ber wan radibe û gardiyan wî derb dikin.
Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê, di 19'ê Kanûna 2019'an de gardiyan ji bo vekolîna belgeyên dozê Mahsûm Çay ji qawîşê werdigirin. Pêşî li ber deriyê qawîşê ser wî kontrol dikin. Gava wî dibin odeya komputerê li wir jî ser wî kontrol dikin. Piştî belgeyên wî tên vekolandin wî dibin qawîşa wî. Li ber deriyê qawîşê dîsa ser wî kontrol dikin û dixwazin li hundirê pêlava wî binerin. Lê vê carê Çay li ber wan radibe. Gava li ber gardiyanan radibe gardiyan êrîşî wî dikin û ew derb dikin û gefan lê dixwin.
CEZAYÊ HUCREYÊ
Li ser vê gardiyanên ew derb dikin giliyê wî dikin û derbarê wî de lêpirsîn tê destpêkirin. Di dawiya lêpirsînê de rojekê cezayê hucreyê li Çay tê birîn.
'EZ Ê TE BIKUJIM'
Çay, diyar kir ku li ber lêgerîneke kêfî rabûye û gava li ber rabûye 5-6 gardiyanan ew derb kiriye û wî xistine odeyekê û bi qasî 2 saetan di odeyê de hatiye hiştin. Çay, got: "Bêhiqûqîtî ye. Min tu zor û zehmetî nedan ber wan. Tiştên xistine stuyên min nerast in. Tu hêleke wan î hiqûqî tuneye. Ez ê giliyê wan bikim. Gardiyanê bi navê Gafûr gef li min xwarin. Ji min re got, 'Ez ê te dalqînim. Tu tu bî û careke din bi van deran de bêyî, ez ê te bikujim'".
Piştî rojekê cezayê hucreyê li Çay hat birîn, Çay bi rêya parêzerê xwe îtiraz kir.
MA / Hamdûllah Kesen