'Ji bo tenûra me bi agirê kesên din vênekeve em xwedî li zimanê xwe derkevin'

img

AMED – Nivîskar û rojnamevan Roza Metîna, li ser girîngî û wateya zeman got: "Ji bo ku tenûra me bi agirê kesên din vênekeve divê em li çand, ziman, huner û wêjeya xwe xwedî derkevin.”

Nivîskar û rojnamevan Roza Metîna, xebatên Tora Ziman û Çandan nirxand. Metîna, diyar kir ku li Bakur bi taybetî li ser ziman zext û zordestî pir in û got: “Zimanê kurdî hêj "zimanê nayê zanîn" tê ditîn û bi X’ê penase dikin. Li dijî van zextan pêdivî bi rêxistinekê û xwerêxistinekê hebû. Di her qadê de ew rêxistin pêwist e. Di vê qada ziman de rêxistin, kirineke hîn xurt çê bibe. Xebatên ku ziman pêş bixe û ji nifşên din re jî bê ragihandin û ber bi tunebûnê ve neçe pêdivî bi xebatên hevpar ên bi bi vî rengî hebûn. Ev jî bû çavkaniyeke xurt”.
 
‘YÊ HEBÛNA ME DIYAR DIKE ZIMAN E’
 
Metîna, da zanîn ku gelek fikrên cuda di torê de derketin holê û got: “Ev ji bo xebatên pêşiya me weke çirûskekê bû. Ji bo parastina nirxên civakê ev xebat pêwîst bû. Ji ber ku ziman weke hestiyê mirov e. Dema ku hestiyê te tunebe tu nikarî bi ruh bibî. Ji ber wê yekê ziman stûna herî girîng e. Ji ber wê yekê divê xebat di vê qadê de bên kirin. Yê hebûna me diyar dike ziman e. Gotineke mezinên me heye dibên ‘zimanê me laşê me ye, lê zimanê xelkê cilê ser me ye’ ji bo ku tenûra me bi agirê kesî vênekeve divê em li çand, ziman, huner û wêjeya xwe xwedî derkevin. Bi vê yekê ve girêdayî divê parastina nirxên civakî bê kirin.”
 
‘ZIMANÊ KU ZAROK NE AXIVIN BER BI TUNEBÛNÊ VE DIÇE’
 
Metîna, dest nîşan kir ku divê gel di qada ziman de bibe xwedî hişmendiyek û ji bo zarokan xebat bên kirin da ku ziman ber bi tunebûyînê ve neçe. Metîna got: "Zimanekî ku zarok ne axivin wê ber bi tunebûne ve biçe. Ji bo teşvîkkirina ziman jî hin biryar hatin standin.” 
 
Metîna, anî ziman ku niha gelek zarok û ciwan nikarin bi zimanê xwe bixwînin û got: “Ji bo ku ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewce ye em hinek xebatan bidin ber çavan. Zimanek nebe zimanê perwerdehiyê ew ziman li gor dilê me pêşve naçe.”
 
‘DIVÊ MIROV BI ZIMANÊ DAYIKA XWE BINIVÎSE’
 
Metîna, bilêvkir ku heke mirov zimanêkî bide hezkirin divê di wê qadê de cih bigirin û xwedî lê derkevin ü got: “Em wek Koma Helbestan a Amedê vê havînê bajar bi bajar digeriyan bi gel re dihatin ba hev. Kesên ku qet helbestên kurdî nedixwendin xwendin. Di vir teşvîkkirinek heye. Ez bi zimanê dayikê bi sala ne dinivîsim. Ji bo ku yên derdora xwe bikim xwedî hişmendî jî xebatên min hene. Divê mirov ji xwe û derdora xwe dest pê bike. Divê mirov ji zimanê dayika xwe binivîse. Ya girîng ev e. Yaşar Kemal ji bo ku Efsaneya Araratê bi tirkî nivîsiye îro di derveyî welat weki ya tirkan tê hesibandin. Dema ku tu zimanekî din binivîsî ji ziman, nirx û wêjeyên wan re xizmet dikî.” 
 
‘LI HEMBER ÊRÎŞÊN LI SER ZIMAN DIVÊ HEVGIRTINEKE XURT HEBE’
 
Metîna, destnîşan kir divê di serî de hişmendiya yekitiyê bê avakirin û got: “Li ser vê esasê ji bo ku xwestina mafên ziman hem li her çar perçeyên Kurdistanê hem jî di qada navnetewî de deng vede divê di vî warî de xebat bên kirin. Li gor min xebatên dîplomasiyê jî gelekî girîng in. Ji ber ku li gor hiqûq û zagonên navneteweyî xwedîderketina zimanê dayîkê mafekî rewa ye. Divê di serî de em vê hişmendiyê ava bikin. Dijmin tiştê xurt li ku be êrîşî wê dike. Zimanê kurdî jî xwedî taybetmendiyek gelekî girîng e, ji ber wê bi êrîşên mezin re rû bi rû dimîne. Divê em di wî aliyê de biparêzin. Li hember van êrîşan hevgirtinek xurt girîng e.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç
 

Sernavên din

11/01/2020
13:19 Kemalbay: Şikandina tecrîdê bi têkoşînê pêkan e
13:15 Amerîka daxwaza Iraqê red kir: Em venakişin
12:32 Komxebata ziman dest pê kir: Ziman û çanda me bi pişavtinê re rû bi rû ye
12:00 Ocalan rageşiya navbera DYA-Îranê 7 sal berê nivîsîbû: An dê demokratîk bibe an dê belav bibe
11:31 Raportorê Taybet ê NY'yê bi parastvanên mafên mirovan re hat gel hev
11:30 Bertek nîşanî girtina Keşîş Belîcan dan: Pêşeroja Suryaniyan dibin talûkê deye
11:22 Li Amedê operasyona bertîla tapo: 41 kes hatin binçavkirin
10:29 Ji ber legerîna tazî red kir gardiyanan girtî derb kirin
10:26 Girtiyê nexweş ê 74 salî Nebî Îlhan jiyana xwe ji dest da
09:08 Rêyên Qoserê bûne kunên xiltan
09:07 Li Stenbolê girû belav dibe: Derman nemane
09:06 Nerazîbûna dayika ku zarokên wê hatin îstismarkirin
09:06 26 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse: Tiştek jî li dû wî nehiştin
09:05 Parêzer Sert: Ne ceza, xelat wergirtiye, belkî Berfînê bikuje jî
09:00 Ji ber parvekirinên xwe yên dijî şer wê bê darizandin
09:00 Di Doza Sereke ya Sûrê de wê 39 kes yeko yeko bên darizandin
09:00 Wekî çavdêr tev li meşê bûbû, ceza lê hat birîn
09:00 Armanca Wîkîferhengê 'milyonek peyvên kurdî ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:54 Îranê ragihand ku bi şaşî balafira Ûkraynayê xistin e
10/01/2020
16:39 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Dixwazin li Dersimê polîtîkaya pişaftin û înkarê bidomînin
15:52 Serokê Baroya Wanê: Wezaret di lêpirsîna cînayeta Elçî de bêbandor e
15:36 Derket holê ku Gulîstan Doku herî dawî bi Zaynal Abarok re axivîye
15:18 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Kubîlay: Genimê li Girê Spî yê kî ye û ji aliyê kî ve difiroşin Tirkiyê?
14:19 Buldan: Em ê sedsala pêşiya me bikin sedsala jinan
13:52 MEBYA-DER'ê: Di kesayeta Ocalan de gel tên tecrîdkirin
13:36 Keşîş Bîleçen wê sewqî edliyê bikin: Ev operayon ji teslîm girtina Suryaniyane
13:27 Di Roja Rojnamegerên Dixebitin de ket girtîgehê
12:47 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel hat birîn
12:00 Lêpirsîna kesên zor li dayik û keça wê kirin ku fihûşê bikin hêj bi encam nebûye
11:44 Qûrbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
11:39 HDP wê tevlî Komxebata Kanal Stenbolê bibe
11:16 Mazlûm Ebdî: Li herêma me 3 hezar û 286 kes windane
11:02 Qeyûm tayînî şûna 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê hatin kirin
11:02 Jinên rojnameger vegotin: Emê di her şert û mercî de rastiyan binivîsin
10:58 New York Times: Li Balafira Ukrayna xistin û daxistin xwar
10:31 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt Heskîfê: Dîroka 12 hezar salî di bin avê de dimîne
10:29 DFG: Li dijî zextan em bi hevre têbikoşin
09:52 Komxebata 1'emîn a Tora Ziman û Çandan sibê dest pê dike
09:42 Generalê Rûsî: Li Îdlîbê agirbest hat îlankirin
09:41 Ewil berhemên çandî û dîrokî dikin hedef
09:09 Li girtîgehê pêkanîneke nû: Gere hûn bi eşofamên me di amûra X-rayê re derbas bibin
09:09 3 dozger guherîn, lê hîn jî îdianame nehatiye amadekirin
09:08 Kamaç: Xebata me ya sereke divê yekîtiya neteweyî be
09:08 Şaredarê soz dan sozên xwe neanîn cih
09:07 Hem derb kirin hem jî cezayê hucreyê lê birîn
09:06 'Ji bo tenûra me bi agirê kesên din vênekeve em xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2020'AN
09/01/2020
16:28 Temellî: Armanca têkoşîna me têkbirina îqtîdara AKP’ê ye
16:26 Keşeyê Dêra Mor Yakûp hat binçavkirin
16:23 Cansiz, Fîdan û Şaylemez li bajarên lê hatibûn defin kirin hatin bîranîn
15:56 Li Wanê 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn
15:26 11 sal cezayê girtîgehê dan midurê qeyûm
14:43 Ji HDP'ê ji bo jinên kedkarên malan pêşniyaza qanûnê
14:38 Siyasetmedarên jin hatin bibîranîn: Em ê ala têkoşîna Sarayan tim li ba bikin
14:26 Cenazeyê karkerê di bin şepeyê mabû hat dîtin
14:15 AYM: Gotina ‘sûtalê qesrê’ ne heqaret e, rexne ye
14:01 Ji Îranê bersiva 'hevdîtinan bêşer': Angaşta hevkariyê nayê fêmkirin
13:54 Doza Selahattîn Demîrtaş hat taloqkirin
13:48 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:42 5 meh ceza li rojnamevan Osman Akin hat birîn
13:33 Piştî desteserkirina zeytûnan niha jî 20 ton dexl û danê Girê Spî hat desteserkirin
13:08 Li Geverê kesek winda bûbû mirî hat dîtin
12:31 Hejmara 4'emîn a kovara Folklora Me derket
12:30 Li Amedê cenazeyek hat dîtin
12:01 Meclîs Jinan a HDP’ê: Bi Komkujiya Parîsê re berxwedana jinê hedef girtin
11:34 DTSO: Bila sala 2021’an bibe Sala Zerzevanê
11:22 'Heke zext li ser kurdî tunebin em ê zextên tên kirin çawa binirxînin?'
11:21 Velî Encu û 4 kesên din nehatin berdan
11:09 Jin qanûna ‘efoyê ya bi rêya zewicandinê' îtîraz dikin: Pir talûkeye
10:52 KCD: Em ê têkoşîna Sakîneyan mezin bikin
10:17 Li Marînê ya Nisêbînê 5 welatî hatin binçavkirin
10:11 Ji Amerîkayê ji bo NY'yê: Em amade ne bêşert bi Îranê re rûnin
10:11 Rojnamevanên li qadê: Rojnamevaniyê roj bi roj ber bi talûkeyê ve dibin
09:23 Wê êrîşên cûr bi cûr pêk bên û dewam bikin
09:22 'Ji bo jiyaneke mirovane em li Qada Gundogduyê bên cem hev'
09:21 Şaredariya Seyhanê asfalt rijandiye ser avahiya dîrokî
09:20 Nahêlin rojnamevan Demîr nameyan bişîne
09:16 Ji Meclîsa Rezanê jesta li ser jestê!
09:07 Îqtidarê xêr di sewalvaniyê de jî nehiştiye: Yeko yeko koç dikin
09:04 Dadgehê ji bo cinayeta li girtîgehê got, 'qisûr' a Wezareta Dadê ye
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2020'AN
08/01/2020
20:35 Hevşaredara Qelqeliyê şandin Girtîgeha Erziromê
18:20 Li Wanê cardin çalakî hatin qedexekirin
18:11 Li Îranê balafira rêwiyan ket xwarê: 176 kes mirin
17:59 Demîrtaş: Li Cizîrê komkujiyên hovane hatin kirin
16:36 Rojnamevan Aykol: Em bi bedelên giran hatin heta van rojan
16:01 Sekreterê Giştî yê NATO'yê êrîşa Îranê şermezar kir
16:00 Îttîraza ji bo cezayê xebatkarê rojnameyê hat redkirin
15:35 Demîrtaş: Dozger ji kî re xizmetê dike û derdî wî çi ye?
15:04 Li Pêrtagê gelek zarok hatin îstîsmarkirin
14:48 Qeyyûm: Lîsa Çalan ji kar nehatiye derxisti, peymana wê hatiye feshkirin
14:47 Şêwirmendî leşkerî yê Erdogan îstîfa kir
14:22 Ji Serokwezîrê Iraqê Mehdî daxuyaniya êrîşa Îranê
14:10 Rojnamevan Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
14:02 Malbatên Baran û Şik bi dayina mewlûdê şîn qedand
13:15 Danişîna doza Rojnameger Îdrîs Sayilgan hat dîtin
12:43 ‘Komkujiya Parîsê berdewama 9'ê Cotmehê ye'
12:38 Rojnameger Arjîn Oncel di danişîna ewil de berat bû