MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê Keşeyê Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Bîleçen jî di nav de 3 suryanî hatin binçavkirin.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî serdegirtina gundê Marînê, leşkeran bi ser gundên Xarabalê û Sêderiyê de jî girt. Di serdegirtinan de keşeyê Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Bîleçen, keyayê gundê Xarabalê Joseph Yar û ji gundê Sêderiyê jî welatiyê bi navê Mûsa binçav kirin. Leşkeran her sê welatiyên suryanî bi 5 kesên ku li Marînê binçav kiribûn re birin, Şaxa TEM'ê ya girêdayîna Miduriyeta Polisan a Mêrdînê.
Hat hînbûn ku operasyona di çarçoveya "xebatên lêgerîn û kontrolkirinê" de hatiye kirin û têkildarî sedema binçavkirina welatiyan tu agahî nehat hînbûn.