AMED - Li navçeya Peyasê cenazeyekî ku devê wî tije xwelî hat dîtin.
Li taxa Beşyuzvler a navçeya Peyasê ya Amedê, cenazeyek hat dîtin. Piştî dîtina cenaze polis hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku cenaze yê Recep C. e û devê wî tije xwelî ye. Polisan li cihê bûyerê lêkolîn kiri û bi qasî 50 metreyî dûr wesayîta Recep C jî dîtin. Cenaze ji bo karên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.