MÊRDÎN – Eskeran bi ser gundê Marînê ya bi ser Nisêbînê ve girt û piştî lêgerîna li malan 5 kes binçav kir.
Li gundê Marînê ya bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve serê sibê gelek eskeran bi maşîneyên zirxî bi ser gund de girtin. Eskeran avêt ser malan û lêgerîn pêk anîn û kelûpelên malan serûbin kirin.
Eskeran piştî lêgerînê keyayê gund Haşo Dînç û welatiyên gund Mahmût Başak, Suleyman Genç, Mehmet Başak, û Diljîn Dînç binçav kirin.
Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û ew birin Fermandariya Cendîrmeyan.