STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan, rageşiya di navbera Îran û DYA'yê de nirxand û got, wê êrîşên cur bi cur pêk bên. Rojnamevan-nivîskar Husnu Mahallî jî destnîşan kir ku di serdemeke ku hiqûq û qalibên fikr û ramanên klasîk bêwate û betal bûne de her tişt pêkan e û got, ji nişkave dibe ku gelek tişt biqewimin.
Piştî DYA'yê Fermandarê Hêza Qudûsê Qasim Silêmanî kuşt, rageşiya di navbera DYA û Îranê de gurtir bû. Piştî kuştina Silêmanî, Îranê jî 22 fuzeyên balastîk avêtin binkeyên DYA'yê yên li Bexda û Hewlêrê. Piştî van êrîşan rêveberiya Tehranê daxuyand ku di êrîşê de 80 esker mirine, lê belê heta niha Washîngtonê tiştek negotiye. Piştî vê êrîşê û van daxuyaniyan rageşiya li herêmê hîn gurtir bû.
Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan û rojnamevan-nivîskar Husnu Mahallî geşedanên li herêmê nirxandin.
Îslam Ozkan, diyar kir ku êrîşa li binkeyên eskerî yên DYA'yê rageşiya li herêmê gurtir kiriye û daxuyaniyên Îranê yên piştî êrîşî rageşî hîn gurtir kiriye. Ozkan, got: "Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf, got ev êrîşa mîsîlemeyî li gor hiqûqa navdewletî ye û mafê xwe yê parastinê bi kar anîne. Xuyaye ku Îran derfetên xwe yên dîplomasî, eskerî hwd. hemû xistine dewrê".
‘WÊ ÊRÎŞÊN CUR BI CUR PÊK BÊN'
Ozkan, destnîşan kir ku DYA hêzeke kûrewî û Îran jî hêzeke herêmî ye û got, di warê hêza eskerî de DYA û Îran ne wek hev in. Ozkan, anî ziman ku di warê eskerî de hêza Îranê kêmî ya DYA'yê ye, lê belê dibe ku Îran êrîşên sîberî jî pêk bîne.
Ozkan, diyar kir ku wê êrîşên cur bi cur pêk bên û got: "Di navbera her du hêzan de nehevgiriyek heye, lê belê rê û rêbazên tolhilgirtinê yên Îranê jî hene. Dibe ku bi hin çalakiyan DYA'yê bitengijîne. Di van êrîşan de bawer nakim windahiyên DYA'yê zêde bin. Yanî mirov dikare van êrîşên Îranê wekî êrîşine sembolîk jî şîrove bike".
‘WÊ ÊRÎŞÊN ÎRANÊ DEWAM BIKIN'
Rojnamevan-nivîskar Husnu Mahallî jî anî ziman ku piştî êrîşa li ser binkeyên DYA'yê rayedarên Îranê daxuyanî dane û ji daxuyaniyên wan diyar e ku wê êrîş dewam bikin.
Mahallî, destnîşan kir ku ev berteka Îranê destpêk e û got: "Berî ku DYA mîsîlemeyekê bike wê Îran êrîşên xwe dewam bike. Çima? Çimkî dibe ku Îranê di tayê Silêmanî de hîn tiştek ji DYA'yê kêm nekiribe".
Mahallî, ji bo 5 fuzeyên balastîk ên Îranê ku avêtibû binkeya eskerî ya DYA'yê ya li Hewlêrê jî got, dibe ku peyamek dabe Herêma Kurdistana Federe jî û got: "Li herêma Kurdistanê, Îran xwedî kartêkeriyeke mezin e. Heger bixwaze dikare herêma Kurdistanê tev li hev bike. Heger ew fuze ji bo peyamdayînekê bin, nexwe ji Rêveberiya Kurdistana Federe re gotiye 'bira helwesta te li gor vê be'".
'HER TIŞT PÊKAN E'
Mahallî anî ziman ku di serdemeke ku hiqûq û qalibên fikr û ramanên klasîk bêwate û betal bûne de her tişt pêkan e û got, ji nişkave dibe ku gelek tişt biqewimin. Mahallî, diyar kir ku ji niha ve xuya dike ku wê sala 2020'an saleke xirab be.
MA / Nacî Kaya