ÎZMÎR - Rojnamevan Rûken Demîr ku li Îzmîrê hat girtin ragihand ku îdareya girtîgehê nahêle nameyan bişîne û got, jê re gotine "tu agahiyan dişînî derve".
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr û nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin di 12'ê Mijdara 2019'an de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin û piştî 4 rojên di bin çavan de hatibûn girtin. Demîr û Aydin di Girtîgeha Jina ya Şakran a Îzmîrê de ne û hê îdinameya wan nehatiye amadekirin.
Birayê nûçegihana me Hogir Demîr, di 6'ê Çileyê de û girtîgehê û hevdîtin bi xwişka xwe re çê kir. Demîr, ragihandiye ku dema hatiye binçavkirin hatiye derbkirin, lêgerîna tazî û sîxurtî lê hatine ferzkirin. Demîr, diyar kiriye ku nexweş e û xwestiye biçe nexweşxaneyê lê belê wê neşandine û gotiye, di muayeneya bijîşkê revîrê de hatiye tespîtkirin ku çavê wê yê çepê ji sedî 2 jar bûye.
LÊGERÎNA TAZÎ
Demîr, ji birayê xwe re gotiye gava avêtina ser malê destên wê ji paş ve kelemçe kirine û di hundirê wesayîtê de jî ew derb kirine. Demîr, aniye ziman ku wê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Alsancakê, lê belê bijîşk rapora derb kirinê nedaye û li emniyetê polîsan sîxurtî lê ferz kiriye û gava wê birine girtîgehê jî li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê ferz kirine.
Hogir Demîr, anî ziman ku Rûken Demîr ji bo binpêkirinên mafan xwestiye hevdîtinê bi rêveberiya girtîgehê re çê bike, lê belê rêveberiyê daxwaza wê red kiriye û got: "Nahêlin Rûken nameyan bişîne. Dibêjin tu bi nameyan agahiyan dişînî derve. Berê min montek jê re biribû lê winda ye, hîn jî nedane wê. Her wiha rojname û pirtûkan jî nadin. Rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel û BîrGunê nadin. Tenê rojnameya Cumhûriyetê didin".
‘ÇAVÊ WÊ YÊ RASTÊ JAR BÛYE'
Hogir Demîr, anî ziman ku di dema binçavkirinê de xwişka wê hatiye derbkirin û ji ber wê tehde û şidetê çavê wê yê çepê jar bûye û got: "Wê naşînin nexweşxaneyê. Bijîşkê revîrê ew muayene kiriye û jê re gotine çavê wê yê çepê ji sedî 2 jar bûye. Niha dermanan dixwe. Her wiha di dema hevdîtinên vekirî de gardiyan nahêlin serdêrên girtiyên din bi ên din re xeber bidin. Dema hevdîtinê 10 deqayan kêm kirine".
MA / Esra Solîn Dal