* Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê, girtiyê astengdar Serhat Kaya hatibû kuştin. Dadgehê, ji bo kuştina Kaya diyar kir ku "qisûr" a îdareya girtîgehê ye û xwest Wezareta Dadê 280 hezar TL tazmînat bide malbata Kaya.
* Şêniyên gundê Kirvan ê Rihayê, êdî nikarin debara xwe bi sewalvaniyê bikin û ji ber vê koç dikin. Berê 60 mal li gund hebûn, lê ji ber koçberiyê niha tenê 20 mal mane.
* Piştî meaşê kêm (asgarî) zêde bû, Meclîsa Şaredariya Rezanê jî meaşê Cîgirê Şaredarê Şaredariya Rezanê Mûhammed Akar zêde kir. Meclîsa Şaredariyê meaşê Akar ji sedî 15 zêde kir û bi vî hawî meaşê Akar ji 160 lîreyî bû 185 lîre.
* Rojnamevan Rûken Demîr ku li Îzmîrê hat girtin ragihand ku îdareya girtîgehê nahêle nameyan bişîne û got, jê re gotine "tu agahiyan dişînî derve".
* Şaredariya Seyhanê asfalt rijandiye ser avahiya dîrokî û otopark li ser çê kiriye. Hîndekara Zanîngeha Çûkûrovayê Prof. Dr. Fazîlet Dûygû Saban jî anî ziman ku ev avahî di sedsala 16'an de hatiye çêkirin û divê bê lêkolînkirin.
* Wê KESK, roja şemiyê bi dirûşmeya "meaşekî ji bo jiyaneke mirovane mafê her kesî ye" li Îzmîrê mîtîngekê li dar bixe. Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç ji bo mîtîngê gazî her kesî kir.
* Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan, rageşiya di navbera Îran û DYA'yê de nirxand û got, wê êrîşên cur bi cur pêk bên. Rojnamevan-nivîskar Husnu Mahallî jî destnîşan kir ku di serdemeke ku hiqûq û qalibên fikr û ramanên klasîk bêwate û betal bûne de her tişt pêkan e û got, ji nişkave dibe ku gelek tişt biqewimin.
* Rojnamevanan bi rasthatina 10’ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin behsa pirsgirêkên pê rû bi rû dimînin kirin û rojnamevanan diyar kir ku îqtîdar rojnamevaniyê wek “xebatek terorê” û rojnamevan jî wek “terorîst” pênase dike û ji ber vê yekê pîşeya wan wek talûkeyekê tê dîtin.
* Meclîsa Jinan a HDP'ê yên bajaran û rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan dê bi armanca salvegera qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez dê li gelek bajaran bernameyên bîranînê li dar bixin û daxuyanî bidin çapemeniyê. (11:00-17.00)
* Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin bi angaşta "Esker û polîsên dewletê biçûk xistiye" li Dadgeha Çaglayan Stenbolê dê were dadgehkirin. (10.20)
* Danaişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dê di roja sêyemîn de li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye dewam bike. (10.00)
* Polîs Ercan Uysaler ê qeyûmê Mêrdînê ew kiribû midûrê Şîrketa Kentê û bi sedmê jinek xebatkar xistiye nava fihûşê dê danişîna wî li Dadgeha Mêrdînê were dîtin. (10.10.)
* Velî Encu yê di Komkujiya Roboskî de gelek xizmên xwe winda kir û 4 kesên pê re girtî tên darizandin dê li Dadgeha Şirnexê derkevin pêşberî dadger. (10.00)