WAN – Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin sewqî Girtîgeha Tîpa E a Erziromê kirin.
Hevşaredara Şaredariya Qelqelî ya Wanê Dîlan Orencî di 6'ê Kanûna 2019'an de hatibû binçavkirin û di 9'ê Kanûnê de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin û wê şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Wanê.
Hat hînbûn ku Orencî, bêyî haya malbata wê pê bixin şandine Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê.
Nexweşîna Heretîter Anjîyoodemê bi Orenciyê re heye.