WAN - Li Wanê, cardin çalakî hatin qedexekirin. Wê qedexe 15 rojan dewam bike
Li Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an ve lidarxistina meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştandinê û vedana standan qedexe ye. Walîtiyê cardin çalakiyên navbirî heta 15 rojan qedexe kir. Qedexeya dawî wê ji 9'ê Çileyê heta 23'yê Çileyê dewam bike.