DERSIM – Hat zanîn ku gelek zarokên lawik li navçeya Pêrtaga Dersimê bi îstîsmara cinsî re rû bi rû mne. Têkildarî bûyerê kesek hat binçavkirin.
Hat zanîn ku li navçeya Pêrtagê ya Dersimê gelek zarokên lawik temenê wan di navbera 11 û 16 salî de bi îstîsmara cinsî re rû bi rû man. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê îstîsmarê de hat destpêkirin kesê bi navê H.Y. hat binçavkirin.
Biryara nepeniyê danîn ser lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pêrtagê ve hat destpêkirin û hat zanîn ku gelek xwendekarên ji dibistanên cuda yên navçeyê birine Miduriyeta Polîsan a Navçeyê û îfadeyên wan girtine.
AGAHÎ NEDAN BAROYÊ
Hat zanîn ku bi hênceta biryara “nepen” a li ser dosyeyê agahî nedan parêzerên endamên Baroya Dersimê.
Tê payîn endamên Platforma Jinan a Dersimê têkildarî îstîsmarê daxuyanî bide çapemeniyê.