STENBOL – Malbat, dost û hevpîşeyên nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe di salvegera qetilkirina wî ya 24’emîn de li ser gorê bibîr anîn. Dayika Goktepe, Fadîme Goktepe li ser gora lawê xwe axivî û got: “Îro her kesê ku wek Metîn rojnamegeriyê dike her yek ji wan Metîn e.”
Malbat, dost û hevpîşeyên nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe yê di 8’ê çileya 1996’an de li Taxa Gaziyê ya Stenbolê hat binçavkirin û bi îşkenceya polîsan hat qetilkirin di salvegera qetilkirina wî ya 24’emîn de li ser gora wî ew bibîr anîn. Bernameya bîranînê li ser gora Goktepe ya li Goristana Kemer a navçeya Esenelera Stenbolê pêk hat û gelek nûnerên partiyên siyasî, rêveberên saziyên rojnamegeriyê, hevpîşe, dost û malbata Goktepe beşdarî bîranînê bûn. Rojnameya Evrenselê û qurnefil danîn ser gorê û dovîzên “Bila rojnamevanên girtî werin berdan” û “Rojnamegerî ne sûc e” hildan û dirûşm berz kirin.
Di merasîmê de ewilî Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat axivî û bal kişand ser kuştina hevrêyê xwe Goktepe û pêvajoya doza kuştinê.
‘HÛN HEMÛ METÎN IN’
Piştî Polat, dayika Goktepe Fadîme Goktepe li ser gora kurê xwe axivî û wiha got: “Ez dizanim Metîn nemiriye. Çimkî îro her kesê ku wek Metîn rojnamegeriyê dike her yek ji wan Metîn e.”
NÛNERÊN SAZIYAN AXIVÎN
Piştî Fadîme Goktepe, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) Gokhan Durmuş, Serokê Giştî yê Basin Îşê ya DÎSK’ê Farûk Eren, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ê Tirkiyê Erol Onderoglû, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan û Seroka Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû di bîranînê de axivîn û Goktepe bibîr anîn.
Piştî axaftinan bîranîn bi dawî bû.