AMED - Malbatên Yûsûf Şik û Remezan Baran ên di êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi dayina mewlîdê şîna xwe bi dawî kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD), di 5’ê Çileyê de navê 11 şervanên xwe yên ku di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyê de jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kiribû. Yûsûf Şik (Xebat Karker) jî yek ji van şervanan bûn. Malbata Şik ji bo kurê xwe yê ku di 13'ê Cotmeha 2019'an de li Grê Spî jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Temiran, Malbata Remezan Baran (Rojhat Amed) jî ji bo kurê xwe yê ku di 2'yê Çileyê de li Hesekê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Dîcleyê peşiya sê rojan şîn danî bûn.
Malbatên Şik û Baran îro bi dayîna mewlîdê şîna xwe bi dawî kirin. Endamên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û gelek welatî beşdarî mewlûdê bûn.