MÊRDÎN – Li Qoserê kesê bi navê Abdulkadir K., Î.Y.'yê îstismar kiriye û tehde lê kiriye. Î.Y., giliyê Abdulkadir K. kir. Î.Y., anî ziman ku ji ber tehdeya lê hatiye kirin zaroka wê ji ber wê çûye û got, êdî wê bêdeng nemîne û tenê daxwazek wê heye ew jî edalet e.
Li Qoser a Mêrdînê, kesê bi navê Abdulkadir K., ji sala 2017'an ve di warê zayendî de tehde û şidetê li Î.Y. a 23 salî kiriye. Ji ber vê Î.Y., li dozgeriyê giliyê Abdulkadir K. kir. Her wiha ji ber ku xizmên Abdulkadir K. gef li Î.Y.'yê xwarine, Î.Y. giliyê wan jî kir. Piştî gilî kir serî li Platforma Jinê ya Şehmeranê û Baroya Mêrdînê da û doza alîkariyê kir.
JI BER TEHDEYÊ ZAROKA WÊ JI BER ÇÛYE
Î.Y., tiştên hatine serê wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. Î.Y., anî ziman ku di sala 2017'an de Abdulkadir K. nas kiriye û piştî wextekê li hev nekirine û Abdulkadir K. dest bi tehde û zilmê kiriye. Î.Y., diyar kir ku piştî tehde û şidetê gelek caran jî di warê zayendî de tehde lê hatiye kirin û ducanî bûye. Î.Y., anî ziman ku gava gotiye ducanî bûye, şidet û tehdeya Abdulkadir K. zêdetir bûye û ji ber vê zaroka wê ji ber wê çûye.
Î.Y., diyar kir ku xizmên Abdulkadir K. jê re gotine wê alîkariya wê bikin, lê belê piştî giliyê Abdulkadir K. kiriye xizmên wî jî gef lê xwarine. Î.Y., anî ziman ku ji xizmên Abdulkadir K. re gotiye: "Di vê zilmê de tiliya we jî heye. Haya we jê hebû, we bi çavê xwe didît, lê we deng ji xwe nedihanî". Î.Y., bilêv kir ku gava ji bo xizmên Abdulkadir K. gilî bike çûye qereqolê, polîsan jê re gotiye: "Tu belaheq hatiyî. Ji gefxwarin û şantajê tiştek dernayê. Lê tu zanî, xwazî gilî bike".
Î.Y., gazî kir û got: "Tenê daxwazek min heye. Edalet. Li Tirkiyeyê bi dehan, bi sedan jinên wekî min hene. Ez bêdeng namînim, bila ew jî nemînin".