ŞIRNEX - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê û Şaredariya Hezexê hatin kirin, qeyûm nahêlin endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î têkevin şaredariyê. Endamên meclîsê destnîşan kirin ku kesên tayînkirî rabûne kesên tên hilbijartinê asteng dikin û gotin, wê îtiraz bikin.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê û Şaredariya Hezexê hatin kirin, qeyûm nahêlin endamên meclîsa şaredariyê ên HDP'î têkevin şaredariyê. Roja duşemê endamên meclîsê ji bo civîna meclîsa şaredariyê çûn şaredariyê lê belê qeyûm nehişt têkevin hundirê şaredariyê û ji wan re gotin: "Ketina we ya şaredariyê sûc e".
Endamên meclîsê û parêzeran ji bo vê rewşê gotin: "Kesên tayînkirî kesên tên hilbijartin asteng dikin".
Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Mesût Uçkaç, bibîr xist ku di hilbijartina 31'ê Adarê de 79.99 ray girtine û hatine hilbijartin. Uçkaç, destnîşan kir ku bi awayekî bêhiqûqî qeyûm hatiye tayînkirin û got, ev çend meh e ji bo civîna meclîsa şaredariyê kesî gazî wan nekiriye. Uçkaç, got: "Cihê ku her kes dikare biçê çima kesên hatine hilbijartin nikarin biçinê?" Uçkaç, anî ziman ku ev pirsa wan nehatiye bersivandin.
Uçkaç, got: "Ev jî bêhiqûqîtiya tê kirin nîşan dide. Wê serlêdanên me yên hiqûqî dewam bikin. Armanca me, em şaredariya xwe ji nav destê wan derxînin. Em ê ji derheqê vê pêvajoyê derkevin".
ÎTIRAZ KIRIN
Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Selahattîn Ozkalay jî anî ziman ku qeyûm xespkirina vîna gel e û got: "Ên hatin hilbijartin ji peywirê nehatine girtin an jî nehatine dûrxistin. Endamtiya me ya meclîsê betal nebûye. Lê kesekî tayînkirî rabûye bêyî me civînan çê dike. Em van civînan qebûl nakin. Ji niha û pê ve em ê hewl bidin tev li civînan bibin. Em dixwazin xizmeta gelê xwe bikin".
'XESPKIRINA PEYWIRÊ'
Li Hezexê ji kesên nehiştin têkevin hundirê şaredariyê yek jê jî Parêzer Hakzan Sadak bû. Sadak, ji bo tişta hatiye kirin got, "xespkirina peywirê ye". Sadak, anî ziman ku ev astengkirin derî Qanûna Bingehîn û qanûnên şaredariyê ne û got: "Lê belê ji ber rewşa ku niha Tirkiye tê de ye ev yek tenê bi hiqûqê nayê şîrovekirin. Ev tişt ji bo tepisandina gelê kurd tên kirin. Li welat ji her qanûnê du heb hene. Qanûnên ji bo kesên serî ditewînin û qanûnên ji bo kesên serî natewînin. Lê em ê serî netewînin".