STENBOL - Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU), ji ber fiyetên qantînê xwestibûn qantîneke alternatîf ava bikin, lê belê ewlekarên zanîngehê êrîşî wan kiribûn. Xwendekaran got, rêveberiya zanîngehê bi mantiqa şîrketî tev digere.
Li zanîngehan di bin navê 'teserûfê' de xwarina xwendekaran û berên li qantînê hatin bihakirin. Piştî vê xwendekaran jî bertek nîşan dan. Herî dawî xwendekarên Zanîngeha Stenbolê bertek nîşan dabûn û paşê rektor paş ve gav avêtibû. Piştî vê xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) jî rabûn ser piya û xwestibûn di nav xwe de qantîneke alternatîf ava bikin. Lê belê ewlekarên zanîngehê êrîşî wan kiribûn. Rektoriya zanîngehê ji dêvla ewlekaran xwendekarn dabûn ber lêpirsînê û di hefteya azmûnan de cezayê dûrxistina ji zanîngehê li 4 xwendekaran birîbû.
Xwendekar Çaglar Başbag, anî ziman ku di dema boyqotkirinê de gava xwendekaran xwestiye qazana çayê vekin jî êrîş pêk hatine. Başbag, diyar kir ku ewlekarê ku ew derb kirine piştî mudaxileyê winda bûye û got: "Em dixwazin ewlekar bên dûrxistin. Lê derbarê wan de tiştek nehat kirin. Em wisa bawer dikin ku ji ewlekaran re gotine 'çend rojan ne li ber çavan bin'. Piştî çend roja me dîsa qazana xwe ya çayê vekir. Bi vî hawî rewabûna me derket holê. Piştî vê gava hevalên me dihatin zanîngehê ewlekar yeko yeko ew zetv dikirin û derb dikirin. Li avahiya rektoriyê hatin binçavkirin. Piştî vê hevalên me dan ber lêpirsînê. Hîn lêpirsîn bi dawî nebûbû ceza li wan birîn".
Çaglar, anî ziman ku par ji bo çareserkirina pirsgirêkên dibistanê piştevaniya xwendekaran ava kirine û got: "Rêveberiya ÎTU'yê Koleja Dogayê kirî. Gava dît nikare perê xebatkaran bide rabû xwaringeha dibistanê firot. Ji xwe her diçû qalîteya xwarinên me kêm dibû. Her wiha ji ber gîşeyên ji bo xwarinê tune bûn dor dûdirêj dibû. Dû re jî fiyet biha kirin û em jî li ber vê rabûn. Di van çalakiyan de ewlekaran tim gef li hevalên me dixwazin.