ENQERE – Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bertek nîşanî biryara dadgehê ya di rûniştina berê de parastin amade nebûye da û wiha got: "Dosya min bi fermana Wezîrê Dadê tê reşkirin."
Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayen Giran a Enqereyê hat dîtin. Danişîna dozê li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Demîrtaş bi rêya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha tîpa F a Edîrneyê beşdar bû. Ji ber destûr nehat dayîn ku heyeta biyanî beşdarî danişîna dozê bibe Demîrtaş bertekên xwe anî ziman.
Demirtaş, anî ziman ku di navbera 2 danişînan de li ser dosyayê reş dikin. Aşkere dosyayê reş dikin. Ev yek bi fermanaWezîrê Dadê pêk tê. Divê mijarê de fikarên min hene.
Hûn kengî vê yekê binivîsin û bêjin ’Biryar hatiye dayîn ku Selahattin Demirtaş bêdeng bibe,' Ez soz didim ku carek din ezê carek din neaxivim. Hûn dikarin ji bo mutalaayê dosyayê teblig bikin, lê ji xeynî wê hûn nikarin mafê min ê axaftin û îfadeyê qut bikin. Hûn ew qasî der barê axaftinên me yên derve de sucdar dikin, wê demê bihêlin em li salonên dadgehê li gel parêzerê xwe bersîv bidin û parastina xwe bikin."