RIHA - Li Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Bariş Polat bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza brîn.
Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Bariş Polat dema ku belavkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bû, hatibû binçavkirin der barê wî de doz hatibû vekirin. Danişîna doza Polat li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Polat de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Parêzer Mehmet Alagoz di danişînê de amade bû.
Parêzer Alagoz, piştî heyeta dadgehê biryar da, diyar kir ku dê biryarê îtîraz bikin û bibin dadgeha îstinafê.