DERSIM – Ji bo Gulistan Doku ya 3 roj in li Dersimê agahî jê nayê wergirtin li Bendava Uzunçayirê dest bi lêgerînê hat kirin.
Sê roj in agahî ji xwendekara Zanîngeha Dersimê Gulistan Doku nayê wergirtin. Doku 21 saliye û ji navçeya Erxeniya Amedê ye. Doku li Wargeha Keçikan a KYK dimîne û roja yekşemê venegeriyaye. Li ser vê yekê hevalê wê lêdigerin lê telefona wê girtiye. Hevalên wê yên ketin nava gumanan demildest serî li Miduriyeta Polîsan a Dersimê dan.
Emniyetê piştî ku îfadeyên xwendekaran girt agahî da malbata wê li Amedê dijî.
Malbat ji bo aqûbeta keça xwe çû Dersimê û serî li emniyetê da. Malbat ket nava hewldanên dîtina zaroka xwe.
DI KAMERAYA MOBESE DE TÊ TESPÎTKÎRIN
Rayedarên emniyetê ji bo ku dizanibin Doku çûye ku tespît bikin ewilî kamerayên mobeseyê lêkolîn kirin û di dîmenan de tespît dikin ku Doku roja yekşemê saet di 11.29’an de li hember avahiya Walîtiya Dersimê li rawestgehê li wesayîta zanîngehê siwar dibe.
Lê di kamerayên mobesê yên li ser rê de nehatiye tespîtkirin ku li ku peya bûye.
ÎFADEYÊN AJOKAR GIRTIN
Li gorî dîmenan emniyetê ajokarê dolmîşê tespît kir û îfadeyên wî girt. Ajokar da zanîn ku ji ber roja yekşemê bû ew neketiye hundirê zanîngehê û ew di vegerê de vala vegeriyaye û nayê bîra wî ku Gulistan Doru li ku peya bûye.
Li ser îfadeyên ajokar tê texmînkirin ku Doku li ser Pira Sari Saltûk a nêzî Fermandariya Komandoya 4’emîn peya bûbe. Lê ji ber kamera li vir tune bûye nayê zanîn ku ka Doku li wir peya bûye.
LI BENDAVÊ DEST BI LÊGERÎNÊ HAT KIRIN
Ji roja yekşemê ve tevî hemû xebatên lêgerînê yên li Dersimê jî şopa Dokû nehat dîtin. Ji ber vêy ekê polîs, cendirme û komên AFAD’ê xebata lêgerînê dan destpêkirin. Li Bendava Uzuçayirê ya nêzî Pira Sari Saltûk û kampûsa zanîngehê xebatek berfireh tê kirin.
Ji duh şev ve xebata lêgerînê ji bejahiyê û hewayî ve dewam dike.