NAVENDA NÛÇEYAN - Xêzekovara kurdî Zrîngê, dayika du zarokên astengdar xêz kir. Elîf Kisa, ji 3'yê Kanûna 2019'an ve girtiye.
Li Elbîstan a Mereşê, dayika 2 zarokên astengdar Elîf Kisa (64) di 3'yê Kanûna 2019'an de bi îdiaya "endametiya rêxistinê" hatibû girtin. Ji roja hatiye girtin heta niha kurê wê yê astengdar Ahmet Kisa, ji bo berdana diya xwe çalakiyên cur bi cur li dar dixe û heta niha parêzeran jî ji bo berdana Kisayê gelek caran serlêdan pêk anîne, lê belê dîsa jî nehatiye berdan.
Xêzekovara kurdî Zrîng bi îmzeya xêzkar Îmam Cîcî bi xêzekê bal kişand ser rewşa Elîf Kisayê. Cîcî, xêza xwe bi hastaga “#FreeElifKisaNow” parve kir.