AMED – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglû 8 karkerên girêdayî Daîreya Karên Çand û Civakî ji kar derxist. Yek ji karkerên ji kar hatin derxistin jî LÎsa Çalan a ku di teqîna DAIŞ’ê de her du lingê wê jê bibûn e.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglû 8 karên Daîreya Karên Çand û Civakî ji kar derxist. Qeyûm, Lîsa Çalan a ku di teqîna mitînga HDP’a Amedê de ya di 5’ê Hezîranê de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibû û di teqînê de her du lingê wê jê bûbûn jî ji kar derxist.
Lîsa Çalan ji 2016’an vir ve wek sêwira dikê dixebitî. Qeyûmê berê Cumalî Atîlla jî Çalan û 7 karkerên din ji kar derxistibû lê ew bi biryara dadgehê carek din vegeriyan karê xwe. Lîsa Çalan û derhêner Ruknettîn Gun û Rêzan Kaya, Zeycan Ateş, Sarya Yîgît Cengîz, Abdulhalîm Bîçer, Îslam Dagdevîren, Hoşyar Oncu bi hênceta “pêdivî bi van kadroyan nîne” ji kar hatin derxistin.
Hat zanîn ku Sarya Yîgît Cengîz a ji kar hat derxistin jî 8 roj berê welidiye û ew di destûra welidandinê de ye.
ÇALAN: EZ Ê DÎSA BIKEVIM PEY EDALETÊ
Çalan ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ne dema nûkirina peymanê ye û bi hênceta “8 kes zêde ne” dawî li karê wan anîne. Çalan anî ziman ku rapora wê heye û 7 hevalên wê jî bi biryara dadgehê vegeriyane karê xwe û got: “Min di 2016’an de li Şaredariyê dest bi kar kir. Wê demê qeyûm tune bû. Pişt re qeyûm hat. Ez jî ji bo dermankirina xwe çûm Enqereyê. Di 4 salan de ez gelek caran emeliyat bûm. Birîna min vekirî ye û ez zêde nikarim derkevim derve. Min mexdûr kirin. Ji bo edaletê ez çûm dadgehan û hatim. Niha jî dîsa ez ê ji bo edaletê biçim dadgehê. Ez ê bikevim pey edaletek din.”