AMED - DTSO'yê dayîna derveyî bajar a îhaleyên rêyan ên Şaredariya Rezan û Miduriyeta Herêmê ya Rêyên Bejahiyê weke "hîle" nirxand û ragihand ku heke îhale neyên betalkirin dê giliya îhaleyan bikin.
Şaredariya Rezan û Miduriyeta Herêmê ya Rêyên Bejahiyê, bêyî ku agahiya şîrketên Amedê pê bixin, îhaleyên çêkirina rêyan bi rêbaza vexwendinê dane şîrketên derveyî Amedê. Odeya Pîşesaziyê û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û bertek nîşanî rewşê da. DTSO'yê îhaleyan weke "hîle" nirxand û xwest ku bên betalkirin. Her wiha DTSO'yê diyar kir ku heke îhale neyên betalkirin dê serî li darazê bidin û giliya îhaleyan bikin.