ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna ku têkildarî endamên Cemaeta Fethullah Gulen hatiye destpêkirin de derbarê 20 endamên MÎT'ê de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, ragihand ku di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî endamên Cemaeta Fethullah Gulen de navenda wê Enqere li 13 bajaran derbarê 20 endamên MÎT'ê de biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Serdozgeriyê destnîşan kir ku di çarçoveya lêpirsînê de 5 gumanbar hatine binçavkirin.