ŞIRNEX - Welatiyên Kampa Mexmûrê ku piştî gundê wan di salên 1993-95'an de vala bûn û hatin li vir bi cih bûn, 5 meh in di bin ambargoya PDK'ê de ye. Endamê Komîteya Karên Derve yê Kampê Polat Bozan, diyar kir ku Tirkiye bi destê KDP'ê dixwaze kampê belav bike.
Kampa Mexmûrê ku girêdayî Mûsûlê ye û bêtir çûn û hatina wan li ser Hewlerê ye, 5 meh in di bin ambargoya PDK'ê de ye. Piştî di 17'ê Tîrmeha 2019'an de li dijî endamê MÎT'ê yê li Konsolosiya Tirkiyeyê yê Hewlerê êrîş pêk hat û endamê MÎT'ê hat kuştin, li ser Mexmûre ambargo dest pê kir. Kampa penaberan a Mexmûrê 5 meh in di bin ambargoya PDK'ê de ye. Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan ji bo kampê gotibû “Kampa Mexmûrê demek dirêj e wekî kampa rêxistina terorê ye." û kiribû hedefa xwe.
Heta niha ji bo kamp bê girtin gelek caran anîbûn rojeva meclîsa herêmê. Welatiyên Kampa Mexmûrê di salên 1993-1995'an de piştî gundê wan vala bû koç kirin û hatin li Mexmûrê bi cih bûn. Niha 12 hezar welatiyên ku ji Şirnex û Colemêrgê koç kirine hatine li vê kampê dijîn. Li kampê nifûs bêtir zarok in. Di sala 1998'an de Neteweya Yekbûyî (NY) xist parastina xwe. Li kampê perxerdehiya ziman bi kurdî ye. Piştî sala 5'emîn û şûnde bi awayekî kêm dersên Tirkî jî tên dayîn. Gelek akademîyên perwerdehiyê jî li kampê hene. Welatiyên Kampê modeya "Xweseriya Demokratîk" ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû dixin meriyetê. Di hemû qadên rêveberiyê de jin û ciwan cih digirin."
GELEK CARAN BÛ ROJEV
Kampa Mexmûrê gelek caran piştî di navbera PKK'ê û hikûmetae Tirkiyeyê de hevdîtin pêk hat jî bû rojev. Di navbera salên 1999 û 2009'an de dema hevdîtin hatin kirin, li ser banga Ocalan komên aştiyê ji Mexmûrê hatin. Komên Aştiyê ku ji Mexmûrê hatin piştî hatin Tirkiyeyê, hatin girtin û rastî ceza hatin. Di 19'ê Cotmeha 2009'an de dema li ser banga Ocalan "Koma Çareseriya Aştiya Demokratîk û Aştiyê" ji Qandîl û Mexmûrê hatin, li Sîlopiyayê ji aliyê sed hezaran ve hatin pêşwazîkirin. Lê niha kamp di bin ambargoya PDK'ê de ye. Têkildarî mijarê endamên Koma Aştiyê Nurettin Turgut û Endamê Komîteya Karên Derve yê Kampa Mexmûrê Polat Bozan, li ser rewşa kampê û polîtîkayên li ser kampê tên meşandin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.
TURGUT: ZEXT ZÊDETIR BÛN
Turgut, piştî tevî koma aştiyê hat Tirkiyeyê hat girtin û rastî 7 sal ceza hat. Turgut, piştî 7 salan girtî ma serbest hat berdan. Turgut, diyar kir ku di salên 1990'î yên dema kujer nediyar zêde bûn de gundê wan hatin valakirin û neçar man koçî Mexmûrê bikin. Wê demê mirovan êşên mezin kişandin. Gund hatin şewitandin û valakirin. Balafirên şer gund bombe kirin. Wê demê bi zanebûn deriyê sînor vekirî hiştin. Piştî gel sînor derbas kir dîsa bi çekên giran êrîş kirin. Ewil gel derbasî Heftaninê bûn. Piştre derbasî kampên Bersive, Seranîş, Bêsive, Geliye Qiyametê, Etruş, Nînova, Navdar û Mahmurê kirin. Giştî gelê Mexmûrê dest bi çalakiyan kir Neteweyên Yekbûyî (NY) statu da welatiyê kampê. Bi salan e zext li ser kampê heye. Hêj ev zext bi dawî nebûne.
ARMANC OCALAN E
Turgut, anî ziman ku bi ambargoyê dixwazin kampê belav bikin û wiha got: "Dixwazin rêxistinbûna li wir belav bikin. Dixwazin mudaxaleyî qada jiyanê bikin. Komara Tirkiyeyê dixwazin bi vî rengî bi ser bikevin. Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe bi vê ambargoyê zilmê li gel dikin. Zilmê li Kurdan dikin. Jiyana kampê li gorî modela "Xweseriya Demokratîk" ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêş niyar kiribû bi teşe dibe. Lê bi zext û ambargoyan vê modelê dikin hedef. Kampa Mexmûrê niha li Rojava mînak e."
BOZAN: GEL SEDEMA AMBARGOYÊ BAŞ DIZANE
Endamê Komîteya Karên Derve yê Kampa Mexmûrê Polat Bozan, diyar kir ku şêniyên kampê bi piranî ji kesên temenê wan zarok pêk tê û wiha got: "Berê em 3 mehan li Kampa Etruşê hatin dorpêçkirin. Em xistin çemberê. 3 mehan ketin û derketin qedexe kirin. Zexîre û xwarin nedan me. Mirov hatin sînorê mirinê. Lê vê yekê moral xera nekir. Ji ber gel sedema ambargoyê baş dizanî. Niha nêzî 5 meh in ambargo heye. Dixwazin şerê derûnî li ser gel bimeşînin. Niha agahiyên ku dê "Balafirgehê bi balafiran bombe bikin dikin. Di çavê NY'ê de ji kampa sivîlan derketiye. Hikûmeta herêmî raporên nerast dişîne. Destûr nade saziyên alîkariyê alîkarî bişînin. Destûr nadin parazvanên mafên mirovan bên kampê lêkolîn bikin. Jinên du canî ji ber dorpêçê jiyana xwe ji dest dan. Mafê tenduristî, ger û mafê jiyanê tê astengkirin."
Bozan, anî ziman ku ji bo ev bê hiqûqî bi dawî bibe ketine nava hewldanan û wiha berdewam kier: "Komîteya me ya Sendîkaya Karkeran heye. Em dixwazin bi vê komîteyê rêyekê vekin. Hebûna DAIŞ'ê li herêmê gefên mezin dixwe. Gel bi hêza xwe ya cewherî debara xwe dike û li ser piyan e. Niha bi hinceta êrîş li dijî endamê konsolosê pêk hatiye ambargo danîne ser kampê. Kamp di serî de di hedefa Tirkiyeyê de ye. Tirkiye dixwaze bi destê PDK'ê kampê belav bike. Êrîşa li dijî endamê konsolosê dikin hincet û ambargoyê berdewam dikin. PDK gelê kampê ji bo xwe wekî tehdît dibîne. Armanc belavkirina kampê ye. Ji ber ku li vir jiyanek xweser heye û modelek demokratik heye dikin hedef. Lê gel tevi hemû zext û tundiyê xwedi moral e û bi hêz e."
MA / Ahmet Kanbal - Müjdat Can