ŞIRNEX - Berê li Cizîrê derketibû holê ku mamosteyekî gelek xwendekarên xwe îstismar kiriye. Vê carê jî derket holê ku mamosteyê bi navê Û.E. 4 xwendekar îstismar kirine. Û.E. ji peywirê hat dûrxistin.
Tê gotin ku li Dibistana Navîn a Îstiklalê ya navçeya Cizîr a Şirnexê, mamosteyê bi navê Û.E. 4 xwendekarên xwe îstismar kirine. Li gorî agahiyên bi dest ketin, hefteyek berê hin xwendekaran ji hin mamosteyên xwe re gotine û bûyer bi vî awayî aşkere bûye. Piştî vê îdîareyê rêveberiya dibistanê derbarê Û.E. de lêpirsîn daye destpêkirin.
HAT BERDAN
Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê jî, derbarê Û.E. de lêpirsîn da destpêkirin û îfadeya wî girt. Piştî îfadeyê Û.E. sewqî dadgehê hat kirin û dadgehê, bi şertê kontrola edlî wî berda. Dadgehê di heman deme de, biryar da ku kamerayên dibistanê di çarçoveya lêpirsînê de, bên lêkolînkirin.
Hat diyar kirin ku Û.E. piştî bûyerê neçûye dibistanê û ji peywirê hatiye dûrxistin.