RIHA - Li herêma Qerejdax a Sêwrega Rihayê, bi hezaran gundî hem ava vexwarinê bi keran dikişînin hem jî nexweşên xwe bi keran dibin û tînin.
Li herêma Qerejdaxê li gundê Gogerçîn, Kîvan, Zinarê Kertel, Warê Zirfo, Newala Mazî, Kortdiz, Defere û Bazinê yên Sêwrega Rihayê, ji ber ku rê tuneye gundî bi keran ava vexwarinê dikişînin. Her wiha gundî zivistanê nexweşên xwe ji bi keran dibin û tînin. Hejmara nifûsa van 10 gundan zêdetirî 5 hezarî ye û nêzî 45 hezar dewar û pezên wan hene.
NE RÊ HEYE NE JÎ AV!
Şêniyê gundê Kîvanê Zulkuf Çelîk, diyar kir ku ne rêya wan heye ne jî ava wan î vexwarinê û got, di dema hilbijartinê soz hatibûn dayîn lê belê sozek jî bi cih nehatiye. Çelîk, got: "Li gund nexweşên me çê dibin. Em gazî ambulansê dikin. Ambulans tê têketina gund. Em jî nexweşên xwe li ser pişta keran dikin û dibin heta ba ambulansê. Ji ber rê tuneye em nikarin heywanên xwe jî bibin navenda navçeyê. Tenê di dest me de ker hene. 15 sal in ddibêjin em ê avê bînin û rêya wan çê bikin. Lê axirê niha ne rêya me heye ne jî ava me".
NEXWEŞAN BI KERAN DIBIN Û TÎNIN
Mûstafa Çelîk jî ku got "Her sal heman zilm" anî ziman ku nexweşên xwe bi kera û hespan dibin ser rê. Sabrî Guler jî got: "Em di sala 2020'an de ne lê hîn jî halê me ne tu hal e".
HÊVÎ NEMAYE
Yilmaz Çelîk anî ziman ku di her hilbijartinê de soz tên dayîn, lê paşê tên jibîrkirin û got: "Gava biçûk bûm digotin 'em ê çê bikin'. Niha 25 salî me hîn jî me dixapînin. Me çi kiriye? Êdî tu hêviya min nemaye. Li vê herêmê ava 10 gundan tuneye. Em avê ji bîra dikişînin. Havînê ji ber nebûna avê gundî berê xwe didin Erzirom, Erzingan û deverên din. Şaredariya Bajarê Mezin hat, çû li navenda Sêwregê geriya. Çima nayê van gundan?"
Habîp Guler jî destnîşan kir ku her roj bi keran avê ji bîrê dikişînin û bîra ku jê dikişînin jî 3 kîlometreyan dûrî wan e. Guler, got: "Niha zivistan e. Xebîneta van heywanan û me. Em pere mereyan ji dewletê naxwazin. Em tenê dixwazin avê bîne. Çend caran borî morî anîn xistin bin erdê. Me dixapînin. Em ketine sala 2020'an lê hê jî em di vî halî de ne. Şerm e şerm".
MA / Bariş Polat