AMED - Malbatên Yûsûf Şik û Remezan Baran ên di êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Amedê şîn danîn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD), duh navê 11 şervanên xwe yên ku di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyê de jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kirin. Yek ji van şervanan Yûsûf Şik (Xebat Karker) ê Amedî bû. Malbata Şik ji bo kurê xwe ku di 13'ê Cotmeha 2019'an de li Grê Spî jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Dîcleyê ya navçeya Rezan a Amedê şîn danî.
Hat hîn bûn ku Remezan Baran (Rojhat Amed) ê QSD'yî jî di 2'yê Çileya 2020'an de di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Malbata Baran jî li Mala Şînê ya Temiran a Rezan ji bo kurê xwe şîn danî.