STENBOL - Hevalên xwendekara Zanîngeha Stenbolê Sibel Unlî ya întîhar kir, çalakî li dar xistin û gotin: "Li dijî pergala ku bi tenê dihêle û bê pêşeroj dihêle, em dê gotina piştevaniyê berdewam bikin. Em tu carî Sibel ji bîr nakin."
Xwendekara Zanîngeha Stenbolê (ÎU) Sîbel Unlî, bi sedema qeyrana aborî got “Cihê ez pêde biçim tune, jiyana min a bi qîmet jî tune' û dawî li jiyana xwe anî. Hevalên Sibel Unlî yên zanîngehê bertek nîşanî întîharan dan û li ber deriyê Kampusa Beyazitê daxuşanî dan. Parlamenterê HDP'ê Ahmet Şik, Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker, Parlamenter û Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) Erkan Baş û gelek kesên din amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Em Sibel ji bîr nakin" vekirin û bê navber dirûşmeya “Întihar politîk in" û “Bi tena serê xwe rizgarî tune ye. An em bi hevre, an ji me ne tu kes." û “Ya Sibel kuşt kapitalizm” berz kirin. Li ser navê xwendekarên zanîngehê Ezgî Çetinkaya daxuyanî da.
Çetinkaya, diyar kir ku Unlî xwendekara Beşa Wêje û Zimanê Tirk a Zanîngeha Stenbolê bû û di 4'ê Çile de dawî li jiyana xwe anîye û wiha got: "Sibel xwendekara vê zanîngehê bû. Me bi hevre li heman sirayê ders dît. Em li heman baxçeyî geriyan. Li pey Unli karta xwendekariyê ya têde “1 lira 40 kuriş têde hebû ma. Pergal dixwaze ciwanan bê pêşeroj bihêle. Cudakariyê dixe nava wan. Em destûr nadin ku tu hevalên me bê pêşeroj bibînin. Li dijî bi tenêbûn û bê pêşerojê em dê her dem di piştevaniyê de israr bikin û her dem bêjin piştevanî. Ev ne întîhar e. Ev cînayet e. Faîlên xwişk û birayên ku siyanur vexwarin û xwendekara zanîngehê ya dawî li jiyana xwe anî diyar in. Bila faîl bên darizandin."