DERSIM - 24 saetin agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû nayê girtin. Malbata Dokû ya li Amedê rûdine, serî li Midûriyeta Polîsan a Dersimê da. Polîsan jî li ser vê yekê dest bi xebatên lêgerînê kirin.
Xwendekara refa duyemîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Mûnzûr a Dersimê Gulîstan Dokû ya 21 salî, ji duh ve agahî jê nayê girtin. Dayik û bavê Dokû yên li Amedê rûdinin, serî li Miduriyeta Polîsan a Dersimê dan.
Polîsan li ser vê yekê dest bi lêgerînê kirin û îfadeyên hevalên Dokû yên zanîngehê girtin. Hat diyar kirin ku Dokû, duh bi şev saet 22.00’yan de li ser Cadeya Xerpêt û Dersimê hatiye dîtin.
Malbata Dokû, hevdîtin bi rêxistinên civaka sîvîl, partiyên siyasî û hevalên wê yên zanîngehê re jî hevdîtin kirin û lêgerîna keça xwe dewam dikin.