AMED - Suleyman Buyuk, li ser niqaş û giliyê Muhamed Bozkut ê dayika wî Aysel Bozkut a li ber HDP'ê tevî malbatan di çalakiya rûniştinê de ye hatibû girtin. Buyuk, piştî 3 meh û 18 rojan girtî ma hat berdan. Bozkurt ê li Buyuk gilî kir îfadeya xwe vekişand û got: "Piştî diya min li ber avahiya HDP'ê rûnişt tevahiya taxê bertek nîşan da. Ez çûm ku ez qewirandim.
Komek malbat bi îdîaya HDP'ê zarokên wan şandine çiyê ji 18'ê îlonê heta niha li ber avahiya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Amedê di çalakiyê de ne. Kurê Aysel Bozkurt a li ber HDPê di çalakiyê de Muhammet Bozkurt (18) îdîa kir ku Suleyman Buyuk gef li wan xwariye û li ser vê yekê di 18'ê Îlona 2019’an de Suleyman Buyuk (19), 3 meh û 18 rojan hat girtin û serbest hat berdan. Dozger der barê Buyuk de bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye" û “gef û heqaret kiriye" heta 25 salan ceza xwest û doz vekir. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Suleyman Buyuk û parêzera wî Lorin Cihan Aybar û Muhammet Bozkurt ê gilî kiriye li salonê amade bûn. Di danişînê de Muhamet Bozkurt îfadeya xwe paşve kişand û got: "Çalakiya li pêş avahiya HDP'ê ji aliyê şêniyên taxê ve rastî bertekên zêde hat. li ser vê yekê derûniya min xera bû. Min berê jî giliyê xwe vekişandibû. Piştî dayika min li pêş HDP’ê dest bi çalakiyê kir her kesî bertek nîşanî me dan. Ez ji her derê hatim qewirandin. Derûniya min qera bû. Ji ber min cilê Suleyman neda wî, ji min re çêr kir. Ji ber derûniya min xera bû min çû wisa li ser wî îfade da. Gef li min nexwariye. Ez dixwazim Silêman bê berdan."
Suleyman Buyuk jî anî ziman ku ew û Bozkurt hevalê hev ê taxê û dibistanê ne û wiha got: "Ji ber Muhammed cilê min neda min niqaş di nava me de derket. Min Bozkurt û malbatên li ber HDP'ê rûniştin tehdît nekiriye. Buyuk beraeta xwe xwest. Parêzer jî xwest Buyuk bê berdan. Li ser îfadeyê heyeta dadgehê der barê Buyuk de biryara berdanê dan. Heyetê ji bo ku li hev bên xwest biçin Buroya Lihevkirinê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê.