ŞIRNEX - Endamên HDP’ê yên Meclîsên Şaredariyên Cizîr û Hezexê yên qeyûm tayînê wan hatin kirin, ji bo ku beşdarî civîna mehane bibin çûn şaredariyê, lê polîsan ew ne girtin hûndir. Polîsên li ber deriyên şaredariyê, ji endamên meclîsê yên hatin hilbijartin re gotin, “Hatina we ya şaredariyê sûce.”
Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Meclîsên Şaredariyên Navçeyên Cizîr û Hezex ên Şirnexê yên qeyûm tayînê wan hatin kirin, ji bo ku beşdarî civîna mehane ya asayî ya şaredariyê bibin xwestin biçin şaredariyê. Endamên meclîsê yên bi awayekê komî çûn şaredariyê, li her du şaredariyan jî rastî astengiyên polîsan hatin.
POLÎS: HATINA WE SÛCE
Rayedarekê polîsan ji endamên meclîsê got, “Hûn çima li vê radiwestin.” Parêzerê endamên meclîsê jî bi gotina “Em li vê derê ranawestin, me li vê derê tên rawestandin” da polîs.
Di dewama diyalogê de, bal kêş bû ku rêveberekê polîsan got: “Ger ji bo we vexwendiname ne hatibe kirin, hatina we ya vê derê sûce.”
Parêzer û endamên meclîsê jî, diyar kirin ku ya sûc astengkirina wane.