ENQERE - Doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîh Demîrtaş a jê berdayî wê sibe li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. Li bendê ye ku Demîrtaş bi SEGBÎS’ê beşdarî dozê bibe.
Doza sereke ya darizandina Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş a jê berdayî, wê sibe li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. Danişîn wê sibê saet 10.00’an de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê bike. Li bendê ye ku Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrne, bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bibe.
Di dozê de, ji Demîrtaş re bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Pesnê sûc û sûcdar dayînê” 142 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Doza ku li Amedê hatibû vekirin, bi hinceta “Ewlekariyê” birin Enqerê.
Demîrtaş ji 4’ê Mijdara 2016’an ve ji ber vê dozê girtiye û di danişîna di 2’yê Îlona 2019’an hat dîtin de, derbarê wî de biryara berdanê hat dayîn. Lê Demîrtaş nehat bedan û hin jî girtiye.