MÊRDÎN - Berovajiyê daxuyaniya Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ku diyar kiribû notirvan dikarin nasnameyê bipirsin, 2'emîn Dadgeriya Cezaya Silhê ya Mêrdînê, biryar da ku rayeya notirvanan a pirsîna nasnameyê tuneye.
Li navçeya Bornova ya Îzmîrê, notirvan û 2 ciwanan niqaşa nasnameyê ya di navbera xwe de biribûn 35'emîn Dadgeha Cezaya Silhê ya Îzmîrê. Dadgehê biryar dabû ku rayeya pirsîna nasnameyê ya ji bo polisan ji notirvanan re nehatiye dayîn. Lê gel vê biryara dadgehê jî Miduriyeta Giştî ya Emniyetê daxuyaniyek dabû û angaşt kiribû ku rayeya pirsîna nasnameyê ji notirvanan re jî hatiye dayîn. Biryareke berovajiyê vê daxuyaniya Miduriyeta Giştî ya Emniyetê, li Mêrdînê hat dayîn.
Di 3'ê Kanûna 2019'an de ji aliyê notirvanan ve hatibû xwestin ku nasnameya nûçegîhanê me Ahmet Kanbal û 2 hevalên wî bê kontrolkirin. Ji ber ku Kanbal û hevalên xwe nasnameya xwe bi notirvanan nedabûn kontrolkirin, polis hatibûn cihê bûyerê û ew biribûn qereqolê. Bi hinceta binpêkirina "qanûna qebehatan" 153 TL cezayê pere li wan hatibû birîn. Kanbla û hevalên xwe vê biryarê îttîraz kirin. 2'emîn Dadgeriya Cezaya Silhê ya Mêrdînê, îttîrazê nirxand û biryar da ku rayeya notirvanan a pirsîna nasnameyê tuneye û cezayê pere bê rakirin.