ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê Davût Sînanoglû, 6 xebatkarên şaredariyê ji kar derxistin. Tekane binavgerên profesyonel ên li bajêr, carek din ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin.
Davût Sînangolû yê weke qeyûm di 29’ê Cotmeha 2019’an de tayînê Şarederiya Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêve dibir hat kirin, di sersala nû de 9 xebatkarên şaredariyê ji kar derxistin. Tekane binavgerên profesyonel Osman Kuçuk, Kemal Şerîfoglû û Cemal Candoruka yên bajêr jî kar derxistin.
QEYÛMÊ DEST PÊ KÊ JI KAR DERXISTIBÛN
Binavgerên mijara gotinêne, her sal bi dehan kesan ji fetisandina Çemê Dîcle rizgar dikin û alîkariyê didin welatiyan. Binavger, pirî caran ji bo bûyerên fetisandinê yên navçe û bajarên derdorê jî bûne alîkar û jiyana welatiyan rizgar kirine. Qeyûmê dest pê kê, yê di 17’ê Mijdara 2016’an de hat tayînkirin jî, dawî li vê xebata binavgeran anîbû.
Li gel vê yekê jî bi awayekê dildar beşdarî bûyerên fetisandinê dibûn û welatî rizgar dikirin. Piştî ku HDP’ê di 31’ê Adara 2019’an de şaredarî carek din qezenc kir, ev binavger girtin kar û xebata xwe dewam dikirin.